‘Em ê bi ruhê salên 90'an li qadan bin'

COLEMÊRG - Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê didomin. Colemêrgiyan anîn ziman ku ew ê bi ruhê salên 90'an li qadan bin.

Li Colemêrgê dê Newroz di 21'ê Adarê de li texma Gupsiyê ya Taxa Karşiyakayê bê pîrozkirin. Li gel domandinên amadekariyên Newrozê, colemêrgiyan jî diyar kir ku ew ê bi ruhê salên 90'an dakevin qadan û pîrozbahiya xwe bikin.

‘DÊ OHAL NIKARIBE BIBE ASTENG'

Ramazan Erik, diyar kir ku ew ê beşdarî pîrozbahiyê bibe. Erik bal kişand ser mercên OHAL'ê û wiha got: "Em ê li gel şert û mercên OHAL'ê jî bi awayekî herî baş Newrozê pîroz bikin. Me bêriya heyecana Newrozên salên 90'an kiriye û em wisa difikirin em ê bi heman heycanê Newrozê pîroz bikin. Hêvî dikim dê li Colemêrgê pîrozbahiyeke baş bê kirin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin."

‘EM Ê LI QADAN BIN'

Ji welatiyan Necip Coşkun, diyar kir ku ew ê ji bo xebatên pîrozbahiyê piştevaniyê bikin û wiha axivî: "Ji bo ev coş zêdetir bibe, em jî li taxa xwe dixebitin û em dibînin ku her diçe girseya me xurtir dibe. Di serdemên herî zehmet de li Colemêrgê Newroz hatiye pîrozkirin. Em ê îsal jî bi ruhê salên berê ji bo Newrozê li qadan bin."

MÎRATEYA JI KAWAYAN

Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Necmettin Acar jî anî ziman ku serlêdanên fermî hatine kirin û wiha got: "Newroz ji Kawayên Hesinkar wek mîrateyek ji me re maye. Me ev Newroz bi xwîn û keda xwe anî heta roja îroyîn û em ê her tim bi coşeke mezin pîroz bikin."