Esnaf ji bo Newrozê amade ne

WAN - Li Wanê, krîza aborî herî zêde bandorê li esnafên biçûk kiriye. Esnafên li benda Newrozê ne li ser dezgehên xwe qedîfe, fîstan û şalûşepikên rengorengo raxistine.

Li Wanê amadekariyên Newrozê didomin. Li gel vê esnafên bajêr jî ji bo Newrozê, kincên herêmî yên rengorengê li ser dezgehên xwe raxistine. Esnafan diyar kir ku ji ber Newrozê li kolan û kuçeyên bajêr tevgerîneke zêde heye û gotin, ev rewş rûyê wan dikenîne.

Li Wanê, krîza aborî herî zêde bandorê li esnafên biçûk kiriye. Esnafên li benda Newrozê ne li ser dezgehên xwe qedîfe, fîstan û şalûşepikên rengorengo raxistine. Jinên ciwan ên berê xwe didin dikanên ku kincên herêmî yên ji bo her temenî lê hene, di warê hilbijartina kincan de zehmetiyê dikêşin. Hin ji welatiyan dibêjin ji bo kirîna kincan ew dereng mane, hin ji wan jî dibêjin wan li terzîxaneyan daye dirûtin.

ESNAF AMADEKARIYÊN XWE KIRINE

Ji esnafên Kolana Cûmhûriyetê Rahmi Kurt, anî ziman ku wan vê hefteyê kincên herî bedew li derve daliqandine û wiha got: "Her tiştê me temam e, em li benda jinan in." Kurt, diyar kir ku ji ber krîza aborî li gor salên borî kirîger kêm in û wiha axivî: "Salên berê, jinan beriya Newrozê bi mehekê kinc dikirîn. Tenê gelê Wanê nayên vana deran, turîst û her wiha jinên ji bajarên din jî ji bo kirîna kincan dihatin van deran. Bi taybetî me ji bo Newrozê, ji Îranê model xwestin. Me hem fîstan û hem jî şal, li pêş deriyên xwe daliqandin. Hemû esnafên li kuçeyê hefteyeke amadekariyên xwe kirine. Jin nû nû tên. Wisa dixuyê dê ji sibê ve kirîgerên me zêde bibin."