Wanî ji bo Newrozê amade ne

WAN - Amadekariyên pîrozbahiya Newroza Wanê ya tê payîn ku dê bi sedhezaran kes beşdarî wê bibe li ber qedandinê ne. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, diyar kir ku ew ê bi daxwazên gel li qadan bin û Hevseroê DBP'a Wanê Ahmet Aygun jî wiha got: "Dê her kes bi rengê xwe, bi dirûşmeya xwe û daxwaza xwe dakeve qada Newrozê. Dê gelê Wanê bi Newrozê kurmê xwe bişkîne."

Li Wanê ya ku her sal malovaniya Newroza herî bihişmet a Herêma Serhedê dike, îsal jî ji bo beşdarbûyîna bi sedhezaran amadekariyên xwe dike. Her wiha amadekariyên Newrozê li ber qedandinê ne.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, diyar kir ku dê îsal jî li Wanê Newroz bi awayekî hişmet bê pîrozkirin û got, li gel şert û mercên Rewşa Awarte (OHAL) jî dê gelê Wanê bihişmetî Newrozê pîroz bike. Ozgokçe, anî ziman ku bi taybetî ew ê peyamên jinan ên berxwedêriyê veguhêzînin qadan û wiha axivî: "Em ê Newrozê li gor ruhê wê yê yekîtî û aştiyê pîroz bikin. Em ê di Newrozê de ji bo referandûma ku dixwazin pêşeroj û azadiyên hemû gelan bi rejîma yekzilamî bên desterkirin bibêjin 'Na'. Dê gelê me bersiva 16'ê Nîsanê veguhêzîne vê qadê. A rast dê gel li dijî van pêkûtiyên li ser wan û Qanûna Bingehîn a xizmetî aştiyê nake, biqîre."

‘DÊ JIN BI COŞEKE MEZIN BEŞDAR BIBIN'

Ozgokçe, dest nîşan kir ku dê jin li gor daxwazên bi coşeke mezin beşdarî Newrozê bibin û wiha got: "Ev roj ji bo me zinan xwedî wateyên dîrokî ye û em ê li gor vê bi dirûşmeyên xwe li wir bin. Dê jinên wanî berî her tiştî ji bo Figen Yuksekdagê û jinên hilbijartî yên hatine girtin dakevin qadan. Hema hema hemû xebatên teknîkî yên Newrozê qediyane. Dîsa me du hefte berê me bi awayekî fermî serlêdan kiribû. Em ê têkildarî vê hevdîtinan çêbikin."

‘DÊ GELÊ WANÊ KURMÊ XWE BI NEWROZÊ BIŞKÎNE'

Hevserokê DBP'a Wanê Ahmet Aygun jî, diyar kir ku Newroz ji bo gel xwedî wateyeke girîng e û got, bi taybetî jî ew ê ruhê berxwedêriyê yê sala dawî veguhêzînin qada Newrozê. Aygun wiha axivî: "Gelê Wanê her tim bi sedhezaran ber bi Qada Newrozê ve herikiye û bi coşeke mezin pîroz kirine. Berxwedana Botan, Gevereê, tayînkirina qeyûman û girtina bijarteyan li gel bûye cihê hrêseke mezin. Dê her kes bi rengê xwe, bi dirûşmeya xwe û daxwaza xwe dakeve qada Newrozê. Dê gelê Wanê bi Newrozê kurmê xwe bişkîne."

DÊ BALÊ BIKÊŞIN TECRÎDA LI SER OCALAN

Aygun, bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "A rast ji bo gelê kurd mijara herî girîng tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Em ê vê tecrîdê veguhêzînin qadên Newrozê. Pêdiviya gelê me herî zêde bi peyamên birêz Ocalan ên ji bo aştiyê heye, em ê van peyamn tim li qadan biqîrin."