ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê, hat îdiakirin ku îdareya girtîgehê ji girtiyên edlî xwestiye ger ku di referandûmê de dengê "Erê" bi kar bînin dê cazeyên wan 5 sal bê kêmkirin.
Têkildarî referandûmê, kampanyaya "Erê" ya AK Partiyê li girtîgehan wek navgîneke çewisandinê tê bikaranîn. Li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê, hat derpêşkirin ku ji bo referandûmê li girtî û hikumxwarên edlî dengê bikaranîna "Erê" tê ferzkirin.
Girtiyê siyasî Bedrettin Adiguzel nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re şand. Adiguzel, di nameya xwe de ragihand ku îdareya Girtîgeha Xarpêtê, di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê ya AK Partiyê de hemû girtî û hikumxwarin edlî berhev kirine û ji wan re gotine, heke di referandûmê de bibêjin "Erê", dê ji cezayê wan 5 sal bê daxistin.
BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDETIR BÛNE
Adiguzel, di nameya xwe de balê kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û ragihand ku, piştî derbeya 15'ê Tîrmehê unsûrên derbe pêk anîne hatine jibîrkirin, lê bi hincet û behaneyên cuda bi awayekî topyekûn bi ser gelê kurd, lîberal, elewî, xwendekarên sosyalîst, akademîsyen, rojnameger û hemû derdorên doza azadî, wekhevî û edaletê dikin ve diçin.
‘ODEYÊN ME VEGUHERANDINE HUCREYAN'
Adiguzel, anî ziman ku dixwazin çewisandinên li girtîgehê bi OHAL û KHK'yan rewa bikin û wiha domand: "Em girtiyên siyasî bi hincetên wek OHAL û KHK'yan rastî muameleyên kêfî tên. Niha piraniya odeyên em li wan tên ragihandin hema bêje veguherandine hucreyan. Em 12-13 kes li van odeyan dimînin. Serşok û tuwalet jî bi heman awayî ne û ji hîjyenîkê bêpar in. Ji ber vê îtimala mîkrop û nexweşîn li me peyde bibin zêde ye. Her wiha hevalên me yên girtî yên temenê wan zêeyî 60 salan jî hene."
‘MAFÊN ME YÊN CIVAKÎ HATINE DESTESERKIRIN'
Adiguzel, ragihand ku mafên wan ê sorê ku heftê carekê an jî du caran hebû niha bi hincetên kêfî hatine desteserkirin û wiha got: "Her wiha mafên me yên sporê yên heftê carekê an jî du caran bi hincetên kêfî hatine desteserkirin. Qursên me, hobiyên me û aktîvîteyên me yên civakî yên din di bin navê KHK'yan de hatine rakirin. Hejmara hevdîtina malbatan hatiye sînorkirin. Kontejana hevdîtina bi 3 hevalan re bi temamî hatiye rakirin."
LI GIRTIYÊN EDLÎ 'ERÊ' TÊ FERZKIRIN
Adiguzel, dest nîşan kir ku rêveberiya girtîgehê propagandaya hilbijartinê ya AK Partiyê dike û îdia kir ku ji ber vê hikûmet alîkariya pereyan bi wan re dike. Adigulez wiha domand: "Ji ber vê hemû girtî û hikumxwarin edlî berhev kirin û ji wan re gotine heke di referandûmê de bibêjin 'Erê' ew ê ji cezayên wan 5 salan daxînin. B vî awayî malbatên hikumxwarên edlî yên mafên wan ê bikaranîna dengan tune ye îkna dikin û dixwazin wan berhêlî hin saziyan bikin."
BANGA LI RAYA GIŞTÎ
Adiguzel, di nameyê de destnîşan kir ku divê her kes li dijî van sepandinên dermirîv derkeve û wiha got: "Ev feraseta ku hemû qanûn xistine bin tekela xwe, dema bê vana wek qanûn têxe meriyetê, dê gelek tiştan bike. Ji ber vê em banga hestiyariyê li we û raya giştî dikin."
Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, rayedarên girtîgehê gotin, ew ê nikaribin agahiyan bidin.