Ji ber îfadeya bi zimanê pê nizane 19 meh in girtî ye!

RIHA - Mistefa Muhammed Elî yê dema bi riyên qanûnî ji Kobaniyê derbasî Tirkiyeyê bû hat binçavçikirin û paşê hat girtin, ji ber îfadeya bi zimanê tirkî yê pê nizane, sal û 7 meh e girtî ye.

Mistefa Muhammed Elî yê sûriyeyî yê sala çûyî bi riyên qanûnî ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê derbasî Pirsûsa Rihayê bû ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Hat îdiakirin ku Elî yê bi awayekî giran hatiye îşkencekirin, bi zimanê tirkî yê pê nizane îfade daye. Parêzerê Elî, Hidayet Enmek anî ziman ku, muwekîlê wî sal û 7 meh e li Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê tê ragirtin û got, her çi qas bi tirkî nizane jî, girtenameya îfadeyê ya bir tirkî hatiye amadekirin pê dane îmzekirin. Her wiha Enmek, got 5 meh e jî muwekîlê wî di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin.

GIRTEKA ÎFADEYÊ YA AMADEKIRÎ PÊ DANE ÎMZEKIRIN

Enmek, anî ziman ku dema muwekîlê wî hatiye binçavkirin ji baroyê parêzerek hatiye şandin, lê belê parêzerê hatiye şandin diyra kiriye ku dema ew ji bo hevdîtina bi Elî re çûye girteka îfadeyê amadekirî bûye. Enmek wiha got: "Parêzerê ji aliyê baroyê hat şandin, gotiye muwekîl bi tirkî nizane û pirsiye ku îfadeya bi kurdî ya amdekirî qebûl dike yan e. Parêze got, rewşa ruhî ya muwekîl nebaş bûye, lê belê li ser israra Elî girte hatiye îmzekirin."

BI ZIMANEKÊ PÊ NIZANE ÎFADE DA!

Enmek, diyar kir ku li gor beyanên muwekîlê wî, ew bi awayekî giran hatiye îşkencekirin û wiha axivî: "Muwekîlê min bi tirkî nizane û bêyî wergêr îfadeya wî hatiye stendin. Di girteka îfadeyê de behsa gelek navan tê kirin. Dîsa di girteka îfadeyê de ev tişt hene; diyar kiriye ku ew endamê rêxistinê ye, bi Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal re xebitiye û gelek beyanên bi vî rengî cih digirin. Piştî vê îfadeyê, bi îdiaya 'Endamtiya rêxistina terorî' doz hatiye vekirin û ev doz li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê didome."

LI DIJÎ RÊZIKNAMEYÊ YE

Enmek, diyar kir ku di merheleyên destpêkê yên darizandinê de muwekîlê wî bi tirkî nizan bûye, welatiyê Sûriyeyê ye û bêyî wergêr îfadeya wî hatiye wergirtin û got, hem di dema dosyeyê hem jî di dema îfadeyê de li ser beyanên parêzerê ku li wir amade bû muwekîlê wî hîn jî tê ragirtin. Enmek, diyar kir ku li gor madeyên 147-148'emîn ên qanûna Dadgehên Cezayî, xisûsên wergirtina îfadeyê cih digirin, lê belê dema îfadeya Elî hatiye wergirtin li gor van xisûsên rêziknameyê neçûne.