Dê xeyala kurê xwe Nihat Kazanhan pêk bîne!

ŞIRNEX - Dayika Nîhat Kazanhan ê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, Ayşe Kazanhan a bi awayek dilşikestî pêşwaziya Newrozê dike got, kurê wê ji Newroza Amedê gelekî hez dikir û ji bo vê ew ê jî beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê bibe.

Dayika Nîhat Kazanhan ê ku di 14'ê Çileya 2015'an de li navçeya Cizîra Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, Ayşe Kazanhan li ser girîngiya Newroza îsal axivî û daxwaza kurê xwe ya her di dilê wê bû aşkere kir. Dayik Kazanhan ragihand ku kurê wê her dixwest beşdarî pîrozbahiyên Newroza Amedê bibe, lê ji ber ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin ew ê îsal beşdarî pîrozbahiyên Amedê bibe û xeyala kurê xwe bi pêk bîne.

‘MIN BI DESTÊ NÎHAT DIGIRT Û EM BI HEV RE DIÇÛN NEWROZÊ’

Kazanhan li ser “evîna” kurê xwe ya ji bo Newrozan rawestiya û dest nîşan kir ku kurê wê her roja Newrozê serê sibê zû radibû, xwe amade dikir û xwe diavêt hembêza wê da ku ew jî biçe pîrozbahiya Newrozê. Kazanhan got, ew her bi kurê xwe re beşdarî pîrozbahiyên Newroza Cizîrê dibû û wiha axivî: “Min destûr nedida bi tena serê xwe biçe. Min bi destê wî digirt û me bi alên kesk, sor û zer berê xwe dida Newrozê.”

DAYIK KAZANHAN: EZ JÎ BI DIYA XWE RE BEŞDARÎ NEWROZA 92’AN BÛM

Kazanhan behsa Newroza 1992’an a li Cizîrê ku bi hezaran kes li gel hemû êrîşan jî bi berxwedanê pîroz kiribû bi bîr xist û wiha behsa serpêhatiya xwe kir: “Dema ez jî di temenê Nîhat de bûm diçûm Newrozê. Di Newroza 1992'an de em jî serê sibê çûn ba goristanê û pişt re em daketin sûkê. Dema em dimeşiyan helîkopterê gaz diavêt ser me û ez gelekî tirsiyam. Gelek kes şehîd ketin. Laşê min diricifî û dayika min bi destê min digirt. Ji niha zortir û nexweştir bû, lê dîsa jî me dev jê bernedida, em niha jî dev jê bernadin û heta em saxbin em ê dev ji pîrozbahiyên xwe bernadin."

‘EVÎNA NÎHAT BÛ EVÎNA MIN’

Kazanhan li ser pîrozbahiyên îsal jî rawestiya û anî ziman ku, divê hemû zarok tevlî coşa Newrozê bibin. Kazanhan anî ziman ku dê kurê wê Newroza îsal jî nebîne, lê ew ê xeyala wî pêk bîne û wiha berdewam kir: “Lê divê tiştek bi wan neyê. Cardin li pêş me Newroz heye. Ez dixwazim hemû zarok biçin Newrozê û tiliya yekî/ê wan jî neêşe. Divê gelê Cizîrê ji bo pîrozkirina Newrozê rabe ser xwe. Ev qas kezeba me şewitî, divê em nehêlin kêfa tu kesî bi me bê û em rabin Newroza xwe pîroz bikin. Newroz, pîrozbahî û çalakî ji bo kurê min weke evînekê bûn û wî her dixwest beşdarî Newroza Amedê bibe. Ji ber vê ez dixwazim biçim Newroza Amedê. Evîna wî Newroz bû, ji ber vê niha evîna min jî Newroz e.”