Hozanê gelê xwe: Hozan Dilgeş

MÊRDÎN - Hunermend Hozan Dilgeş (Huseyin Yildirim) ê dema li Ewropayê dihat dermankirin çû ser dilovaniya xwe, bi tembûra xwe ya di 10 saliya xwe de girt destê xwe û bi stranên xwe yên li ser axa xwe bû “Hozanê” gelê kurd. Hozan Dilgeş, bi stranên xwe yên dema dûrî xaka xwe bû distriya, di dilê gelê kurd de cihek mezin girt.

Hunermendê navdar Huseyin Yildirim ê di nav gel de wek Hozan Dilgeş dihat nasîn û wextê li Ewropayê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, bi stranên xwe yên polîtîk di dilê kurdan de cihek mezin girt. Hozan Dilgeş ê demek dirêj bi hesreta welatê xwe li derveyî welat xebatên hunerî meşandin, li Şengalê di sala 1952’an de li malbateke 12 zarokî hat dinê. Di heman demê de Dilgeş zarokê pîrekî êzidiyan e û di 4 saliya wî de malbata wî ji Şengalê koçî gundê malbatê yê berê, Fisqîna Nisêbînê ya Mêrdînê dikin.

DI DEH SALIYA XWE DEST BI TEMBÛRÊ KIR

Hozan Dilgeş ê di 10 saliya xwe de bi tembûra ji bo baweriya êzidatiyê girîng e mijûl bû. Wexta şivantî dikir û bi lêdana tembûrê ji hevalên xwe re distriya, hêdî hêdî hat naskirin. Dilgeş piştî di sala 1978’an de albûma xwe derxist û ji aliyê hevalên wî navê Dilgeş lê hat kirin, ji ber tundiyên polîtîk ê wê demê û nexweşiya xwe neçarî koçî Ewropayê kir. 7 zarokên Dilgeş hebûn û li gel pirsgirkên nexweşiyê jî Hozan Dilgeş li bajarên Ewropayê bi hunermendên kurd ên hatibûn sirgunkirin re xebatên çandî meşandin.

HIN STRANÊN WÎ BÛN AWAZÊN GEL!

Hozan Dilgeş ê bi giştî 9 album derxistin û bi stranên xwe yên bi navê “Li Mêrdînê li Bagokê”, “Biçûkê Canê”, Muxtaro” û “Welatê min ji bîr nabe” di nazara gel de cihekî mezin girt. Zêdetir hunermendên bi navê Meryemxan, Nezip Şirwan û M. Arif Cizrawî yên navdar bandor li hunera Dilgeş kirin. Dilgeş di axaftineke de jî bi van gotinan serpêhatiya xwe ya hunerê vegotibû: “Wextê 12-13 salî bûm ez ji bavê xwe hînî tembûrê bûm. Eşqa muzikê ji bavê min tê. Ji ber ku derfet kêm bûn me ji radyoyên Iraqê stran guhdar dikirin. Min guhê xwe dida stranên Meryemxan, M. Arif Cizrawî, Nezîp Şirwan, Mihemed Şêxo, Seîd Gabari û Said Ûsiv. Hin caran min besteyên wan distra û ev ji bo min bû çirûskek."

‘QASETÊN QEDEXE YÊN DILGEŞ DI SERBANAN DE VEDIŞART’

Xwişka Dilgeş, Wetha Yildirim behsa bîranînên xwe yên bi Dilgeş re kir. Yildirim da zanîn ku di nav malbatê de herî zêde birayê wî bi tembûrê re eleqeder dibû û wiha axivî: “Dilgeş li tevahiya Nisêbînê digeriya, çiya bi çiya digeriya. Piştî ez zewicîm ez çûm Batmanê (Êlih). Wê wextê albûma Dilgeş derket. Her kes albûmên wî dikirîn û guhdar dikirin. Dengê birayê min pir xweş bû. Lê albûmên wî ji aliyê dewletê ve hatin qedexekirin, lê min bi dizîka lê guhdar dikir. Ji bo ku kes nebîne albûmên wî dikirin ber serbanê malê.”

Yildirim a wexta behsa birayê xwe dikir hêsirên wê dibariyan wiha berdewam kir: “Zaroktiya me bi hev re derbas bû. Ji ber nexweşiya xwe derbasî Ewropayê bû. Wî pir ji Nisêbîn û welatê xwe hez dikir. Navdariya wî û dengê wî wek mîrateyekê ji min re man. Di nexweşxaneyê de jî gotina wî ya dawîn 'Ez ji mirinê natirsim' bû.”

'HOZANÊ MALA ME BÛ'

Birayê Dilgeş, Feyzî Yildirim ê birayê xwe wek “Hozanê malê” bi nav dike jî got, Dilgeş îro bûye Hozanê gelê Kurd. Bira Yildirim, anî ziman ku birayê wî her tim li ser êşa gelê xwe stran çêkirine û wiha axivî: “Her tim behsa welatê xwe dikir. Dema di şerê Bagokê de gelek kes mirin, Dilgeş strana 'Çiyayê Bagokê' çêkir.” Bira Yildirim serpêhatî û neçariya koçberiya Dilgeş jî wiha vegot: “Dilgeş nexweş bû, birayekî min gazî Dilgeş kir û ji bo wî derman bikin ew vexwand Almanyayê. Li gund êzidî jî nemabûn. Me jî nedixwest em axa xwe biterikînin, lê em neçar man. Hem çewisandinên dewletê hem jî yên misilmanan bûn sedema vê. Ji ber vê yekê em derketin. Dilgeş her tim bi hesreta Kurdistanê jiya.”

Hozan Dilgeş ê bi xebatên xwe yên hunerî di dilê kurdan de cih girt, di 12’ê Adarê de çû ser dilovaniya xwe û xwe gihand xaka xwe û hezkiriyên wî ew li gorî wecibeyên olî yên êzdatiyê spratin axê.

Aynur İnedi- dihaber