Kokteyla vîtamînan: Atom

DÎLOK- Atom a wek kokteyleke vîtamînan ji dehan fêkiyan tê çêkirin, tê gotin ku ji nexweşînên wek bêhalî û sermayê re baş e. Hostayê Atomê Alî Yilmaz, diyar kir ku di nava 5 salan de atom li Dîlokê belav bû û niha ji ber feydeyên wê pir tê vexwarin.

Li Dîlokê, yek ji wan vexwerinên herî zêde tê vexwarin Atom e. Ji ber havînan de hewaya Dîlokê germ e û biharan jî bêhalî û guherîna hewayê laş bê hêz dibe, gelê Dîlokê serî li Atomê didin. Atom a wek kokteyleke vîtamînê ye, ji dehan fêkiyan çêdibe. Di 5 salên dawî de Atom li Dîlokê bi nav û deng bûye.

Hostayê Atomê Alî Yilmaz (26) ev 5 sal in Atomê çêdike. Yilmaz diyar kir ku atom ji bo bêhêzî û parastina li hemberî nexweşiyan wek derman e. Yilmaz diyar kir ku, du curên atomê hene.

Atoma havîn û zivistanê. Atoma havînê ji fêkiyên wek gindor, şeftalî, hêjîr, sêv, gizêr, mûz, hingiv, dimis, fistiqa Dîlokê, çîlek, şîr û şekir. Atoma zivistanê jî ji mûz, sêv, gîzer, hêjîrên hişk, şîr, hingiv, çerez, sosa çîlekan û dimsê pêk tê.

Vîtamînên ku di van fêkiyan de nexweşiyên serma û bêhaliyê asteng dike. Ji ber vê ye ku ev cureya vexwarinê bala gel dikêşe.