DAÎŞ li Manîsa aşkere xwe bi rêxistin dike

ÎZMÎR - Li Manîsayê ji sala 2014’an heta niha 3 operasyonên li dijî DAÎŞ'ê hatin meşandin. Di operasyonan de de endamên rêxistinê, dokuman û çek hatin girtin. Lê li gel ku çek û belge li ser endamên DAÎŞ'ê hatin girtin jî endamên DAÎŞ'ê dîsa hatin berdan. Endamên rêxistinê yên hatin berdan dîsa xebatên xwe aşkere dimeşînin û aşkere xwe bi rêxistin dikin.

Li Tirkiye êrîşên DAÎŞ'ê di 20'ê Adara 2014'an de li Nîgdeyê dest pê kir û bi êrîş û çalakiyên li Amed, Pirsûs, Dîlok, Enqere Stenbol û gelek bajarên din berdewam kir. Heri dawî di serê salê de li dijî navenda Şahiyê ya Raîna ya Ortakoyê êrîş pêk anîn û 39 kes kuştin. Endamên DAÎŞ'ê ji wê demê heta niha li Tirkiye 312 mirov kuşt. Li dijî DAÎŞ'ê li Manîsayê ji sala 2014'an heta niha 3 operasyon hatin li darxistin û di operasyonan de gelek belge û çek hatin bi destxistin. DAÎŞ'ê di 20'ê Tîrmeha 2014'an de li Pirsûsê 33 ciwanên sosyalîst kuşt. Di 15'ê tîrmeha 2015'an de têkildarî çalakiya Pirsûsê 20 kes hatin binçavkirin û berdan. Di lêgerîna malên endamên DAÎŞ'ê de çek, dîmen, nivîs, wêne û glek belgeyên ku bibin delîl hatin girtin jî dîsa di meha adarê de serbest hatin berdan. Di operasyona duyemîn ya 29'ê Cotmeha 2016'an de endamên DAÎŞ'ê yên bi navê E.E, H.T.A, S.T, H.U. û Î.O. ku berê hatibûn binçavkirin dîsa hatin binçavkirin û berdan. Têkildarî êrişa serê salê ya li Ortakoya Stenbolê ku 39 kesan jiyana xwe jie dest dan jî di 13'ê Çile de li navçeya Turgutlu operasyona sêyemîn pêk hat û kesên bi navê M.F.û G.T. hatin binçavkirin û girtin.

'LI 2 TAXAN ÎXBAR LI SER ÎXBARÊ HEYE'

Endamên DAÎŞ'ê yên hatin binçavkirin girtin û dîsa serbest hatin berdan xebatên xwe yên li Manîsayê aşkere berdewam dikin. Dosya operasyona yekem a 20 endamên DAÎŞ'ê de gelek agahî û belgeyên der barê xebat û rêxistinkirina endamên DAÎŞ'ê hatin bi destxistin. DAÎŞ herî zêde xwe li taxên Horozkoy û Emlakdere xebatnen xwe dimeşînin. Tekildarî vê yekê gelek agahiyên îxbarê hatin bi destxistin. Di girtekên dadgehê de hat zanîn ku serkêşê rêxistinê yê li Manîsayê kesê bi navê "Şenol Hoca" tê zanîn û navê wan Abdülkuddus Ulusal û Erhan Efe ne. Di dosyayê de hat zanîn ku ev kesana bi endamên li ÎZmir, Konya û Sûriyeyê re di nava dan û stendinê dene û wan wan kordîne dikin.

LI ÇOLTARA MANÎSAYÊ PERWERDEHIYA ÇEKDARÎ

Di belge û agahiyên di dosyayê de cih girtin hat dîtin ku belge û wêneyên ku li çoltara Manîsayê perwerdehiya çekan dîtine heye. Di îdîanameya ku di 07'ê Çileya 2016'an de hat amadekirin û pêşkêşî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Manîsayê hat kirin de belge û delilên şênber hatine bi destxistin û li ser van belgeyan bi giranî tên tawanbarkirin. Lê ligel van agahiyan endamên DAÎŞ'e di rûniştina yekem de serbest hatin berhdan. Berdana wan nîşan da ku xebatên xwe aşkere dikin.

'ŞENOL HOCA' WEKÎ 'KOMA EMLAKDERE' XWE BI RÊXISTIN DIKE'

Di îdîanameyê de hat diyar kirin ku Di rêbertiya Erhan Efe bi navê Koma Emlakdere kesên navê Cevdet Efe, Selahattin Utku Ozdiken, Saddam Çelik, Mehmet Şakir Açar, Abdullah Efe, Burhan Efe, Faruk Efe, Mehmet Efe, Yunus Efe ve Îbrahim Coşkun bi rêxistin dikin. Di rêbertiya kesê bi navê "Şenol Hoca" Abdulkuddus Ulusal jî koma ji Halil Talha Arlı, Ercan Ozdemir, Mehmet Biral, Şahin Yeşilyurt, Mehmet Alper Dalgıç, Nazmi Mersinli, Hasan Kaymaz ve Ahmet Açıkgoz tên bi rêxistinkirin.

Di îdîanameyê de kesê bi kodê “Ebu Hanzala” Halis Bayanuk berê ji doza DAÎŞ'ê hat binçavkirin û berdan û dîsa gelek carên din derdikeve holê. Li gorî îxbara kesê li gundê Emlakdere Abdullah Efe 8-10 sal berê li gund bi cih bûye û Abdullah Efe, Erhan Efe û Faruk Efe li ser navê rêxistinê xebatê dikin. Disa kesê bi navê Halis Bayancuk rêberiyawan dike. Hat diyar kirin ku van kesan li çoltara gund perwerdehiya çekan dîtiye.

MIZGEFTA SULTANÊ NAVENDA RÊXISTINÊ YE

Li gorî îxbara kesekî din jî tê diyar kirin ku di bin navê Abdulkuddus Ulusal de rêxistinê li kolana jêra Sultan Camî dikanek kirê kiriye û ew dikan kirine wekî mescît û li misgeftê axaftinên ku pesnê DAİŞ’ê dikin dikin. Heman kes li taxa Mîmarsînan a Şahsedeler kolana 2505 hêjmar 11/A 'an civînen rêxistinê dimeşîne.

WÊNEYÊ DAWETÊ TÊKILIYÊN RÊXISTINÎ DA DEST

Di daweta Halîl Talha ku endamê koma Ulusal de wêneyên hatine kişandin nîşan dide ku rêxistin bi koma Îzmirê re di nava dan û stendinek hîyarerşîk de ye. Di dosyayê de nîşan dike ku Wêneyê bi koda "16 numara" şikdarê li tenişta Mehmet Şakir Açar di sala 2007'an de têkiliya wî bi endamê El Kaide û ÎBDA-C re heye. Dîsa derket holê ku kesên bi navê Cuma Tombul û Zulfikar Tombul ên berê li îzmirê hatibûn binçavkirin in. Di îdîanameyê de tê diyar kirin ku Cuma Tombul ku kodê "Zaza" bikar tîne giredayî Mustafa Yagbasa li Îzmîrê xebatan dimeşîne û bi komên li Manîsayê re di nava dan û stendinê de ye. Mustafa Yagbasa jî li Dozgeriya Komara Sakarya wekî endamê IŞİD/DAEŞ hatiye darizandin. Di nava delîlande Halis Bayuncuk jî bi Zaza (K) Mustafa Yağbasan re di nava dan û stendinê de ye.

MAL WEKÎ QADA PERWERDEHIYÊ TÊN BIKAR ANÎN

Di serdegirtina malan de gelek alav û amûrên perwerdehiyê hatin bi dest xistin. Ev jî nîşan dide ku malan wekî qada perwerdehiyê bikar tînin. Di mala Cevdet Efe yê endamê Koma Emlakdere de 9 çekên marka Hunter 27065 9 û 72 guleyên wan hatin bi desxistin.

Di belgeya 14 rûpelên bi ser navê "Çima Dewleta Îslam a Irak-Şam (DAÎŞ) bi awayekî pesnedar qala DAİŞ'ê dike.

Rêberê Rêxistinê yê bi navê Ulusal, di îfadeya TEM'ê de DAİŞ'ê diparêze û pesnê DAÎŞ'ê dide. Diyar kir ku li Îzmirê di civînekê de bi Cuma Tombul, Zulfikar Tombul û Halîs Bayancuk ê bi kodê Ebu Hanzala re hev nasîye.
Ulusal, destnîşan kir ku Kenan Aksu ku berê beşdarî DAÎŞ'ê bûye jî endamê koma wan e.

'EZ DAIŞ'Ê DIŞOPÎNİM Û ERE DIKIM'

Mehmet Bîral jî got ku "ew di koma Şehol Xoce de cih digire" û ji bo DAIŞ'ê jî îfadeyên "Em çalakiyên rêxistinê bi riyên çapemeniyê dişopînin jixwe hemû kesdizane ku em dişopînin. Em piştgiriyê didin hin xebat û çalakiyên ku ew dikin" bi kar anî. Bîral di heman demê de Komana Tirkiye wekî "kafir" pênase kir.

Şahîn Yeşîlyurt jî di îfadeya xwe de gotina "Ez DAIŞ'ê wekî misilman dibînim" bi kar anî.

Îbrahîm Coşkun jî bi awayeke zelal got ku ew piştgiriyê dide DAIŞ'ê û wiha axivî: "Li gorî nêrîna min a îslamî DEAŞ xwedê bi şerîeta xwe ve himk dike û ji bo ku di riya xwedê de cihadê dike ez piştgiriyê didin xebat û çalakiyên wî û qebûl dikim. Kesên bi navê Cuma Tonbul, Zulfikar Tonbul bi kesên di nava koma Emlakdere ya ku tam nayê bîra min beriya cejnê li Îzmîrê ji bo nimêja cejnê dema ku çûm min nas kir. Dîsa ev kes li derûdora Kelea Yogurtçu di pîknîk û talîmê de dît. "

MELEYÊ BI MEHANÊ YÊ DEWLETÊ: DANG BI KAR ANÎNE ŞÎRK E

Ahmet Açikgoz ê ku li mizgefta taxa Taşkuyucakê ya girêdayî Miftutiya Golmaramarayê mele ye jî wiha axivî: "Ez li Dewleta Komara Tirkiyeyê deng bi kar naynin ji ber ku bikaranîna dengan şîrk e."

Di beşa "nirxandina hiqûqî" ya îdianameyê de tê gotin ku bersûc bi awayeke aşkera xebat û çalakiyên DAIŞ'ê qebûl dikin, piştgiriyê didin di çarçoveya nêrînên Halîs Bayuncuk xebatê dimeşînin û di navbera wan de bi awayeke zelal jî têkîliyekî hiyerarşîk heye.

Ji bo gumanbarên bi navê Cuma Tombul û Zelfikar Tombul ên di nava koma Emlakdereyê de cih idgirin jî tê gotin ku di pîknîka hatiye organîzekirin de talîma çekan kirine.

Di dema êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê yên ku di 2014 û 2015'an de çêbû bi dehan kesên ku li Manîsayê têkîliya wan bi komên navborî re heye wekî "winda" derbasî qeydên emniyetê kirine. Ji kesên ku wekî "winda" derbas dibe Kenan Aksu û E.D. tevlî DAIŞ'ê bûne ev jî di îdianameyê de cih digire.

Aksu yê 26 salî yê bavê 2 zarokan e li navçeya Horozkoy a Manîsayê dema ku dikana wî ya xurdefiroşiyê dixebitand winda bû. Malbata ku demeke dirê ji Aksu agahî negirt navê kurê xwe li dosyaya DAIŞ'ê ya Manîsayê dîtin.

Piştî Lêkonîna qeydan Kenan Aksu yê tê texmînkirin şandine qadên şer, di 5-6'ê tebaxa 2014'an de bi bersûcên girtî yên bi navê Ercan Ozdemîr û Şahîn Yeşîlyurt re hevdîtin pêk anîye.

Ozdemîr di îfadeyên xwe de çûn û hatina Aksu ya li cem wî qebûl kir û wiha got: "Li Golmarmarayê mehekî li mala Ahmet açikgoz ê mele ye ma û piştre çû Kocaeliyê." Ozdemîr ê ji bo DAIŞ'ê endam peyda kiriye girtî ye dema çalakiyên Kobanê de dikana wî hate texrîbkirin û bi awayekî ku mexdur e îfade daye û di heman demê de di lêpirsîna xwe de got ku endamê AKP'ê ye.

E.D. JÎ DIÇÛ DIKANA OZDEMÎR

Dîsa E.D. ê 17 salî di 11'ê Nîsana 2015'an de piştî ku li cihê ku dixebeta heftaneya xwe girt ji holê winda bû û 12 Nîsanê de li mabata xwe geriya û gotina "Dayê ez ji sînor derbas bû, careke din li min negerin" bi kar aniye. Nayê zanîn ku E.D. dijî yan na lê beriya ku tevlî DAIŞ'ê bibe li koma "Şenol Xoce" beşdarî sohbetan dibû, ev yek dihat zanîn. E.D. berê jî dîsa winda bûbû û di encama îxbara malbatê de hatibû girtin. Di îdianameyê de tê gotin ku E.D. jî diçû dikana Ercan Ozdemîr.

D dosyayan de tê gotin ku Ş.Y. ê ku li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Yunusemreyê dijî jî bi qodnavê "Lokman" tevli DAIŞ'ê bûye û ev kes dema ku balafira rûs hatiye xistin di şerekî navbera YPG'ê û DAIŞ'ê de hatiye kuştin.

HÊ JÎ JI BO DAIŞÊ ENDAM TÊN ŞANDIN

Xebatên DAIŞ'ê yên li bajar piştî ku ev bersûc hatin berdan jî li cihê ku maye berdewam kir. Li bajarê ku tê îdiakirin bi dehan kes tevlî DAIŞ'ê bûne herî dawî di 9'ê kanûnê de di saetên êvarê de 3 zarokên bi navê Y.D., A.O. û M.K. winda bûn. Malbatan hersê zarok dibe ku tevlî DAIŞ'ê bibin îxbarî polîsan kirin. Zarok ji aliyê polîsan ve dema ku ji bo biçin Konyayê derketin rê li trênê hatin girtin. Zarokên ku hatin binçavkirin û ji kontrola tunduristiyê hatin derbaskirin piştre teslîmî malbatan hatin kirin.