ENQERE - Beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê îktîdara AK Partiyê hemû kesên muxalif weki kesên Haçli îlan kir. Piştî îlanê rojnameyan sefer dan destpêkirin. Niha jî Erdogan sefer îlan kir û rojnameyên nêzî îktîdarê dest bi seferê kirin.
Ronameyan bi manşetên xwe li dijî Ewropa sefera hîlalê ya li dijî haçli da destpêkirin.
Îktidara AK Partiyê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de hemû hêzên muxalif wekî hêzên Haçli bi nav kiribû û piştî wê rojname û medya hawiz sefer li dijî "haçli" dabû destpêkirin. Niha jî piştî Erdogan hêzên muxalif û Ewropa wekî "Haçli" îlan kir medya nêzî îktidarê şerê "Haçli Heyfê da destpêkirin. Rojnameya Yenişafak, Türkiye, Akşam, Akit, Karar, Hurriyet bi manşetan derketin sefera haçliyan û şerê "Heyf û Haçliyan" îlan kir.
Di mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an a li Amedê de medya nêzî AK Partiyê bi manşetê şer îlan kiribû û hemû kesên li dijî AKP'ê wekî hêzên “Haçlı” û dijminê hîlalê pênase kiribû. Pişti wê rojê DAİŞ’ê li djî Haçliyan wekî hilal şer îlan kiribû û komkujî pêk anîbûn. Piştî ku dihaber, êrîşên Tirkiye yên li dijî Ewropa bi manşeta "medya wekî duyemîn Seferên Haçli" daye destpêkirin weşand 2 roj şûnde medya AK Partiyê û Erdogan bi awayekî fermî sefer îlan kir.