ENQERE - Serokê Giştî yê ÇGD'ê Ahmet Abakay xwest rojnameger Hayrî Demîr bê berdan û wiha got: "Tirkiye û em layiqî vê nînin. Em dixwazin rojnamegeriyê bikin. Ji ber vê em dixwazin hevalê ke demildest bê berdan."
Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) têkîldarî nûçegihanê me Hayrî Demîr ê ku duh serê sibehê li Enqereyê li mala xwe hate binçavkirin daxuyanî da û xwest bê berdan. Serokê Giştî yê ÇGD'ê Ahmet Abakay wiha axivî: "Niha li girtîgehan 157 rojnamger hene û bi Hayrî re jî dixwazin vî hejmarê zêde bikin."
Abakay wiha berdewam kir: "Çi heyf e ku, rojnamegerî, nûçegihanî, mafê ragihandinê wekî sûc tê dîtin. Li Tirkiyeyê rojnamegerî wekî zeviya mayinê ye. Çi heyf e ku em her tim bi girtîgeh û binçavkirinan re mijul dibin."
Abakay da zanîn ku Tirkiye di warê azadiya îfadekirinê de li cihanê her diçe paşve diçe û dikeve rêzên dawî û wiha got: "Tirkiye û em layiqî vî nînin. Em dixwazin rojnamegeriyê bikin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin hevalê me demildest bê berdan."
Abakay diyar kir ku divê Demîr pîşeya xwe bidomîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê rojnamegerên girtî azad bibin û ger ku qala azadiya çapemenî û îfadekirinê bê kirin ev hevalên me demildest bên berdan."