ENQERE - Rewşa tenduristiya Rêveberê BES'ê Ciwan Yildirim ku 3 mehin girtî ye û nayê dermankirin roj bi roj xerabtir dibe. Hevsera Yildirim Nesrin Yildirim, diyar kir ku rewşa hevserê wê nebaş e û wiha got: "Piştî hat girtin 3 caran anjiyo bû. 5 stent girê dan. Ger ku carek din krîza dil derbas bike dê rîska wî ya mirinê gelek zêde be."
Reveberê Sendîkaya Kedkarên Buro (BES) Civan Yildirim ku di 22'ê Kanûna 2016'an de bi îdiaya "endamê rêxistinê" hat girtin tenduristiya wî xerab dibe. Yildirim tevî pirsgirêkên tenduristiyêli Girtîgeha Sincanê tê girtin. Yıldırım, 20 sal berê li edliyê têkoşîna sendîkayî dest pê kir. Yildirim ku nexweşê dil û diyabetê ye roj bi roj tenduristiya wî xerabtir dibe. Di 3 mehan de 2 caran krîza dil derbas kir. Hevsera Yildirim Nesrin Yildirim, diyar kir ku rewşa hevserê wê nebaş e û wiha got: "Piştî hat girtin 3 caran anjiyo bû. 5 stent girê dan. Ger ku carek din krîza dil derbas bike dê rîska wî ya mirinê gelek zêde be."
Nesrin Yildirim, anî ziman ku dema çû girtîgehê nekarîbû hevserê xwe bibîne û wiha got: "Ez ji ber pirsgirêkê wî yê nexweşiyê bi fikar im. Dermankirina wî nivco maye. Me xwest hevdîtin bikin. Lê destûr nedan. Piştî hat girtin me rapora nexweşiyê ji rêveberiya girtîgehê re şand. Lê hêj tu bersîv nedane me. Rewşa hevserê min qet nebaşe. 15 rojan carekê em dikarin biçin ziyaretê. Lê piştî rakirin nexweşxaneyê me agahî jê negirtiye.
Birayê Ciwan Halil Yildirim jî anî ziman ku ger li derve bihata dermankirin dê di nava şert û mercen baş de bihata dermankirin û ew ji tenduristiya wî bi fikar in. Yildirim xwest birayê wî bê berdan û li derve bê dermankirin.