22 herêmên Çewligê wekî “herêmên ewlehiya taybet” hatin îlankirin

ÇEWLIG - Li Çewlig û 8 navçeyên wê 22 herêm wekî “herêmên ewlehiya taybet” hatin îlankirin.

Li Çewlig û 8 navçeyên wê 22 herêm wekî “herêmên ewlehiya taybet” hatin îlankirin. Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Çewligê ve hatiye dayîn de wiha hat gotin: “Herêmên di bin berpirsyariya Fermandariya Cendirmeyan a Navenda Bajar de ne yên wekî Çiyayên Şeytan, Newala Şeytan, Îlbey, Geliyê Maltepe û herêma Sevkar, herêmên di bin berpirsyariya Fermandariya Cendirmayan a Dara Hênê yên wekî Saggoze, Buyukçag, Yenîyazi, Dîkpinar, herêmên Derman û Şekeran, herêmên di bin berpirsyariya Fermandariya Cendirmayan a Solhanê de ne yên wekî herêmên Yenîbaşak-Doguyelî, herêmên di bin berpirsyariya Fermandariya Cendirmayan Yayladere yên wekî newala Horîvanîk-Tahkîm (Geliyê Pohus), daristanên Kirkoy, newaya Manav û herêmên Guneşlîk Gokçedal, herêma di bin berpirsyariya Fermandariya Cendirmayan a Gêxî de ne yên wekî herêma Çomakderesî, herêma di bin berpirsyariya Fermandariya Cendirmayan Karliovayê de ye ya wekî herêma Daristanên Karacehennem, herêma di bin berpirsyariya Fermandariya Cendirmayan Yedîsuyê de ye ya herêma zozanên Akimliyê ji 17’ê Adarê heta 31’ê Adara 2017’an ve wekî ‘herêmên ewlehiya taybet’ hatine îlankirin.”