WAN - Li Seravê dema ninçavkirina 15 kesên ku di nava wan de Hevşaredar Abdulkadîr Çalişkan jî heye heta 23’yê Adarê hat dirêjkirin.
Li navçeya Serava Wanê polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û 15 kesên ku di nava wan de Hevşaredar Abdulkadîr Çalişkan jî heye hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku dema binçavkirin 15 kesan heta 23’yê Adarê hatiye dirêjkirin.
11 kesên ku duh hatin binçavkirin li Qereqola Cendirmeyan a navçeyê tê girtin û 4 jin jî li Midûryeta Polîsan a navçeyê tên girtin.
Malbatên 15 kesên ku dema binçavkirina wan 7 roja hatiye dirêjkirin sekna xwe ya li ber deriyê Qereqola Cendimeyan û Midûryeta Polîsan didomînin.