KCD: Di serdema AKP'ê de tijîbûna girtîgehan 191 caran zêde bû

AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî rewşa girtîgehan daxuyanî da û diyar kir ku di serdema hikûmeta AKP'ê de girtîgeh 191 caran zêdetir tije bûne.

KCD'ê, têkildari rewşa girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê daxuyanî da û anî ziman ku bi giştî li Tirkiyeyê û bi taybetî li Kurdistanê di demeke awarte de derbas dibin û wiha got: "Wekî her demê di van rojan de girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zêdetir tijî bûne û bi binpêkirina mafên mirovan dikevin rojevê. Di seredema hikûmet-dewleta AKP’ê de ev tijibûn 191 caran zêdetir bûne. Bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, hewldana darbeya 15’ê Tîrmehe û piştî wê di 20’ê Tîrmehê de îlankirina OHAL’ê wekî encamekê derketin holê û bi van re çaresernekirin, îşkence, zilm, çewisandin û her cure binpêkirina mafên mirovan derketiye asta herî jor."

DI ÇARÇOVEYA OHALÊ DE BÛNE QADÊN ÎŞKENCE Û TECRÎDÊ

KCD'ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku binpêkirina mafan a ku bi pêknînen OHAL’ê re derketine holê bi taybetî li girtîgehan bi awayekî dijwar zêde dibe û wiha cih da daxuyaniyê: "Wekî her demê, di vê demê de jî şert û mercên girtîgehan weki qada jiyanê ya herî zehmet derketiye pêş û di çarçoveya OHAL’ê de bûye cihê pêknînên xirab, îşkence û tecrîda girankirî. Girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo dawî li tecrîda girankirî ya li ser ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tê meşandin binin û were azadkirin, binpêkirinan mafên mirovan ên bi OHAL’ê re derketine holê ji holê rabin dest bi greva birçîbûnê kirine û geva gwan mehek li pey xwe hiştiye. Em ev grevên ji bo azadiya birêz Ocalan û sererastkirina şert û mercên girtîgehan hatine destpekirin silav dikin."

DAXWAZÊN GIRTIYAN DAXWAZÊN GEL IN

KCD'ê heri dawî bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha got: "Di vê çarçoveyê de em radigihînin ku daxwazên wan daxwazên gelên me ne. Li ser vê bingehê ji bo ev daxwazên grevên birçîbûnê bi cih werin em bang li gelê xwe, sazî dezgehên naveteweyî, parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi hestyarî tevbigerin."