Yuksekdag beşdarî dozê nebû

MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji ber ku dozên wê pir in tevlî doza xwe ya li Mêrsînê nebû.

Doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a ji ber axaftina wê ya li Kongreya HDP'ê ya Mêrsînê di 13'ê Adara 2016'an de kiriye û bi îdiaya "heqeret" li serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu kiriye hatibû vekirin li 9'emîn Dedgeha Cezaya Asliyeyê ya Mêrsînê hat dîtin. Der barê Yuksekdag de heta 2 salan ceza tê xwestin. Yuksekdag ji ber ku dozên wê pir in hincet nîşan da û tevlî dozê nebû. Di dozê de hat xwestin ku dozya bi dosyaya li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrsînê tê dîtin bikin yek, ji bo vê yekê belge pêşkêşî dadgehê hat kirin.

Parêzer Alî Bozan xwest ku ev daxwaz bê qebûlkirin. Dadgehê daxwaz qebûl nekir û doz taloqî 14'ê Nîsanê kir.