NAVENDA NÛÇEYAN- Li Mêrsîn û Bedlîsê di operasyonên binçavkirinan de Hevserokên HDP'ê yên navçeyan jî di nav de bi dehak kes hatin binçavkirin.
Li Mêrsînê serê sibehê beriya Newrozê bi ser gelek malan de hate girtin. Pİştî lêgerînên li malan hate hînbûn ku gelek kes hatine binçavkirin. Di nava kesên ku hatine binçavkirin de HevserokÎ HDP'ê ya Toroslarê Îsa Kurt, welatiyên bi navê Abdulsamet Oguz û Hîcran Kaytur jî hene.
Kesên hatin binçavkirin birin emniyetê.
LI BEDLÎSÊ OPERASYON Û BINÇAVKIRIN
Li navenda Bedlîsê û navçeyên Tetwan û Xelatê jî sedê sibehê jî bi ser gelek malan de hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Li Tetwanê Hevserokê HDP'ê yê Tetwanê Mustafa Ozcan, li Xelatê jî Hevserokê HDP'ê yê berê Murat Kahraman jî di nava kesên ku hatine binçavkirin de hene.
Sedema binçavkirinan nehat hînbûn û kesên hatin binçavkirin birin emniyetê.
LI ÊLIHÊ 17 KES HATIN BERDAN
Li Êlihê di serdegirtinên malan de 17 kesên ku temenê wan di nav bera 17-20'an de ne hatibûn binçavkirin hatin berdan. 17 kesên ku bi îdiaya di parvekirinên xwe yên çapemeniya civakî de "propagandaya rêxistinê kirine" piştî ku îfadeyên wan li emniyetê hat girtin bi fermana dozgeriyê hatin berdan.