Mêrdînî: Îradeya gelan di girtîgehê de ye

MÊRDÎN - Gelên Mêrdînê li hemberî girtina Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk nerazîbûn nîşandan diyar kirin ku niha îradeya kurd, suryar, ereb, êzidî û tirkan di girtîgehê de ye û xwestin îradeya wan bê berdan.

Di hilbijartinên herêmê yê 30'ê Adara 2014'an de bi dengên welatiyên kurd, tirk, ereb, suryan, êzidî Ahmet Turk û Februniye Aykol wekî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê hatin hilbijartin. Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'ê re, di 17'ê mijdarê de Ahmet Turk ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji kar hate durxistin û qeyûm hate tayînkirin. Di 21'ê mijdarê de jî Turk hate binçavkirin piştî ku 4 roan di bin çavan de ma di 24'ê mijdarê de hat girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Gelên Mêrdînê li hemberî girtina Turk nerazîbûn nîşan dan.

Welatiyê bi navê Alî Îlerî yê ku eslê xwe ereb e nerazîbûnên xwe wiha anî ziman: ""Yên ku ji partiya Ahmet Turk nînin jî dengê xwe dan wî. Şaredarên Mêrdînê bi dengê gelan hatiye hilbijartin. AKP îradeya gelan nasnake." Îlerî anî ziman ku AKP nikare bi hilbijartina qezenç bike ji ber vê bi vî rengî êrîşan pêk tîne û wiha axivî: "Turk ji peyvir avêtin û girtin. Bila bi lez û bez bê berdan. Ew bi îradeya sed hezaran hatiye hilbijartin."

'BI DENGÊ GEL HAT HILBIJARTIN BILA GEL JI PEYWIRÊ BIGIRE'

Serokê komeleya suryanan SUNER'ê Evgîn Turker jî destnîşan kir ku li Mêrdînê ji hemû rengan gel dijîn, tehamulî vê yekê nehat kirin û tayînkirina qeyûm û girtinan derdixin pêşberî gelan. Turker wiha berdewam kir: "Hevşaredarên Mêrdînê bi dengê gelên Mezopotamya yê hat hilbijartin, erep, suryanî, kurd an jî êzîdî herkes di şaredariyê de cih digire. Lê hevserokan ji peyvir avêtin û Turk girtin. Em vî rewşê şermezar dikin. Gel bi dengê xwe hevşaredar hilbijartiye bila gel wan ji peywir bigire." Turker ji bo girtina Ahmet Turk jî wiha axivî: "Yên deng dane an jî nedane jî li hemberî girtina Turk nerazîbûnê nîşan didin. Turk temenê xwe daye ber aştiyê. Niha iradeya kurd, tirk, suryanî, ereb û êzidiyan di girtîgehê de ye."

'BILA BI LEZ Û BEZ ÎRADEYA ME BÊ BERDAN!

Welatiyê êzidî yê bi navê Bahrem Atalan jî balkişand li ser girtina Ahmet Turk û wiha axivî: "Girtina Turk tu caran nayê qebûl nakin. Bi dengê gelan hat lê bi riya qeyûm ji peyvir hat dûrxistin û girtin. Girtina Turk êrîşî îradeya me ye. Temenê Turk 74 e û nexweş e nikare di girtgîgehê de bimîne. Bila bi lez û bez îradeya me bê berdan."