Girtiyên di grevê de ne sirgun kirin

RIHA - Li Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê 3 girtiyên jin ên ku di greva birçîbûnê de ne sirgûnî Girtîgeha Alanyayê hatin kirin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê ya Rihayê 3 girtiyên jin ên ku tevlî greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAK'ê dane destpêkirin bûne ji aliyê îdareya girtîgehê ve hatin sirgunkirin. Lİ heman girtîgehê girtiyeke jin bi telefonê ji malbata xwe re agahiya "Hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne Fatma Agın, Nevîn Gokçe û Fîgen Arslan duh serê sibehê sirgunî Girtîgeha Alanyayê hatine kirin" parve kir.