DERSIM - Walîtiya Dersimê diyar kir ku qedexeya li 31 heram a wekî “herêmên ewlehiya taybet” hatiye îlankirin 15 roj hatiye dirêjkirin
Walîtiya Dersimê diyar kir ku qedexeya li navend û Pulur, Pîlemûriye, li 31 herêmên Xozat û Nazimiyeyê wekî “herêmên ewlehiya taybet” hatine îlankirin ji bo 15 rojan hatiye dirêjkirin.
Herêmên bi hinceta ewlehiyê heta 31’ê Adarê qedexe lê hatine dirêjkirin wihane:
Li navenda Dersimê, Newaya Balî, Kurutlu, Sepertek, Kutu, Ahpanos-Salderesî û Laç.
Li navçeya Pulurê, taxa Eroglu, Çiyayên Mercan, Geliyê Kiran, Kinikan Tepe, Zozanên Golan, Taxa Egercî, Dulnektaşi, Çiyayê Karaoglan, Taxa Yarpuzlu, Bihureka Alîsirti, Dalavyaylasi, Zozanên Karagol, Kurugol, Bastir, Kurt, Çeşme, Yel, Ganikastik, Çigirli û Karadere.
Li Qisleyê, Tavuklu-Dogantaş, Dokuzkaya.
Li Pîlemûrê, Zozanên Yoncalik û Sarigul.
Li Xozatê jî Daristanên Kînzîr.