'Jibilî gotinên Papatya û X ê delîl tuneye'

AMED - Di doza KCK'ê de parêzer Mehmet Ayata yê ku parastina Serdar Zîrîg kir got ku tekane delîlên ku der barê muwekîlê wî de tê nîşandan tenê gotinên şelû yên "Papatya" û "X" tiştek tuneye û xwest muwekîlê wî bê beraetkirin.

Doza 154 kesên ku di nav de siyasetmedar, rojnameger, hevşaredar jî hene ya "KCK'ê" li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Îro di dozê de parastina Serdar Zîrîg ê ku bi "endamtiya rêxistinê" tê darizandin hat kirin. Di doza ku Zîrîg beşdar nebû de parêzerê wî Mehmet Ayata amade bû û parastina muwekîlê xwe kir. Ayata got ku di dozê de sûcdarkirinên der barê muwekîlê wî de tenê li ser gotinên du şahidên nepen hatine amadekirin û ev sûcdarkirin jî razber, şelû û giştî ne.

Ayata destnîşan kir ku îfadeyên şahidên nepen ji bo hikm bê dayîn têrê nake û wiha axivî: "Gotin di cih de be îfadeyên şahidên nepen ji bo şik ava bikin hatiye amadekirin. Ji bo mukekîlê min qala tu çalakiyê nehatiye kirin. Ji bo vê ne wêne ne delîl ne jî guhdarkirinek tuneye. Jibilî îfadeyên 'Papatya' û 'X' tiştek tuneye. Di emniyetê de jî derket holê ku teşhîsa li emniyetê hatiye kirin jî şaş e. Ez beraeta muwekîlê xwe dixwazim."

Doz taloqî 20'ê Adarê hat kirin.