DÎLOK- Li ber avahiya Midûryeta Polîsan a Dîlokê şerê bi çek pêk hat.
Li ber avahiya Midûryeta Polîsan a Dîlokê di navbera du komên hêjmara wan nêzî 20 kesî de şerê bi çek derket. Şer demek dirêj berdewam kir. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin ji ber sedema dan û stendinê di navbera komê de şer derketiye. Gelek wesayîtên polîsan hatin cihê buyerê. Li gor agahiyên destpêkê 4 kes birîndar bûne, hinek kes reviyane û 3 kes jî hatine binçavkirin.