Demîrtaş bi SEGBÎS'ê ve parastina xwe kir

MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di doza ku hatiye vekirin de ji girtîgehê bi SEGBÎS'ê ve hate girêdan.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ye ji ber axaftina xwe ya li Mêrdînê kiriye li 1'emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Mêrdînê hat darizandin. Demîrtaş ji girtîgehê bi SEGBÎS'ê ve hate girêdan. Demîrtaş ê ji madeya 301'an tê darizandin parastina xwe kir.