MÊRDÎN - Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyên Mêrdînê Yuhanna Aktaş, piştî di serdegirtina mala xwe ya Mîdyatê de hat binçavkirin û berdan, bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku dixwazin wan çavtirsandî bike û wiha got: "Bi van zextan nikarin me ji ser axa me koçber bikin."
Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyên Mêrdînê Yuhanna Aktaş, du roj berê di serdegirtina mala xwe ya Mîdyatê de hat binçavkirin û piştre hat berdan. Yuhanna li dozgeriyê piştî îfade da serbest hat berdan. Aktaş, diyar kir ku li ser îxbara ku 'dê di 21'ê Adarê de çalakiya bi bombe pêk bîne û di mala wî de çek heye' hatiye binçavkirin û wiha got: "Duh saet di 06.00'an de nêzî 20 tîmên tevgera taybet bi ser mala min de girtin. Derî şikandin û bi ser mala min de girtin. Piştî derî şikandin û ketin hundir hêj nû girteka lêgerînê nîşanî min dan. Îşkenceya derûnî li min kirin. Polîsên ku li malê lêgerîn kirin neheqî kirin û bi ser min de qêriyan. Li ber zarokên min îşkenceya derûni li min kirin. Piştî ez binçav kirim li dozgeriye hatim berdan.
'POLÎTÎKAYÊN BÊDENGKIRINÊ YE
Aktaş, da zanîn ku di bin çavan de zext li ser wî meşandine û bi temanî polîtikayên perçekirin û kolekirinê li ser wan dimeşînin û wiha got: "Min û polîsan niqaş kirin. Min diyar kir ku em li ser axa xwe dijîn. Ev bi tevahî ji bo tirs û koçkirinê ye. Lê bila zanibin ku bi van êrîş û tirsan nikarin me ji ser axa me bidin koçberkiri. Ji bo avakirina Komara Demokratîk em dê heta dawî di ber xwe bidin."