WAN- Walîtiya Wanê afîşên Newroza ku dê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin kom kir.
Walîtiya Wanê ji bo afîşên Newroza ku dê di 21'ê Adarê de bi şîara "Em ê teqez bi ser kevin" bê pîrozkirin ên bi 5 zimanên cuda hatine amadekirin biryara komkirinê da.
Biryar ji Komîteya Amedekar a Newrozê re hat ragihandin û sedema komkirina afîşan jî wekî "rengên kesk û sor û zer, nîşaneyên serkeftinê yên kesên ku rûyên wan nediyar e" hatin nîşandan. xx