STENBOL - Vakfa Aştiyê têkildarî pîrozbahiya Newrozê û rewşa Tirkiye daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiye rêya çembera ji agir bi pêxistin û geşkirina agirê aştiyê re derbas dibe. Ji bo vê yekê divê aştiyê ku bûye xwelî divê di Newrozê de ji nûve geş bibe.
Vakfa Aştiyê têkildarî pîrozbahiya Newrozê û geşkirina agirê Newrozê daxuyanî da. Vakfê diyar kir ku ji bilî aştiyê tu rêyên çareseriyê tune û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de bi nameyekê pêvajoyek nû da destpêkirin û got 'Deriyê rêya siyaseta demokratîk vedibe. Divê êdî çek bêdeng bibin û fikir û siyaset bi axive. Ev ne dawî ye ev destpêk e' Vê gotina Birêz Ocalan heviyek mezin da 80 milyon nifusa Tirkiye. Daxwaza aştiyê ne sûc e. Di pêvajoya çareseriye de birînan qalik girtibû. Kuştin rawestiyan. Lê qîmeta vê yekê baş nehat zanîn. Lê piştî pêvajo hat xerakirin û OHAL'ê kuştinê dîsa dest pê kir. Warên dîrokî hatin xerakirin. Tirs li hemû welat belav bûn.
Êdî daxwaza aştiyê bû sûc. Mirovê aştiyê yê wekî Tahir Elçî kirin hedef û kuştin. Mirovên alim û aştiyê hatin girtin. Parlamenter, hevşaredar û siyasetmedar hatin girtin. Piştî 15'ê Tîrmehê Tirkiye ket nava kaos û çembera agir.
DIVÊ TIRKIYE DÎSA VEGERE ÇARESERIYÊ
Vakfa Aştiyê anî ziman ku Tirkiye di nava çepbera agir de ye û wiha got "Tirkiye di nava çembera bi agir de ye. Ji bo vê yekê divê aştiyê ku bûye xwelî divê di Newrozê de ji nûve geş bibe. Divê di serî saziyên sivîl ên civakî û hemû parazvanên mafên mirovan ji bo dîsa vegerin pêvajoya aştiye divê her kes di aştiyê de bi israr be."