ÎZMÎR - Li navçeya Kîrazê Y.K. ê li dijî zarokê bi navê M.A. îstîsmara zayendî pêk anî hat girtin.
Li navçeya Kîraza Îzmîrê zilamê bi navê Y.K. ê li dijî zaroka bi navê M.A. ya 13 salî îstîsmaa zayendî pêk anî piştî hat binçavkirin hat girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, M.A. a di 13’yê Adarê de nexweş bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kîrazê. Piştî hat zanîn ku M.A. 8 meh ducaniye îfadeya wê hat girtin diyar kir ku rastî îstîsmara Y.K. hatiye.
Y.K. ê 28 salî ku hat binçavkirin, di îfadeyên dayî de sûcdarî red kirin. Piştî karên li midûryeta polîsan bi dawî bûn Y.K. sewqî dadgehê hat kirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê.