Komîteya Newrozê: Dê li her dera Stenbolê agirê Newrozê geş bibe

STENBOL - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Stenbolê têkildarî pîrozbahiya Newrozê daxuyanî da û diyar kir ku ew dê di 19'ê Adarê de li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê Newrozê pîroz bikin. Komîteyê diyar kir ku gelê Stenbolê dê li her qadên Stenbolê agirê Newrozê geş bike û Newrozê pîroz bike.

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Stenbolê têkildarî pîrozbahiya Newroza Stenbolê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Li ser navê Komîteye Mustafa Elma diyar kir ku wan plan kir ku Newrozê di 19'ê Adarêde li Qada BAzara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin û wiha got: "Hefteyaborî ji bo em Newrozê bi hişyariya "Teqez Em Dê Serbikevin" li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin me serî li Walîtiyê da. Walîtiye duh bersîv da û diyar kir ku dê di 19'e Adarê de destûr nedin. Dixwazin em bi destûraı wan Newrozê pîroz bikin. Ev encama hişmendiya wan e. Divê em her dem li dijî Dehakan têkoşîna xwe xurt bikin. Me diyar kir ku em 21'ê adare qebûl nakin û em dê di 19'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin. Diyar kirin ku nikarin vê daxwaza wan pêk bînin. Lê ew destûr nedin jî em dê di heman rojê de li hemû navçeyan û li her qadan Newrozê pîroz bikin. Em dê her qadê bikin cihê pîrozbahiya Newrozê. Em dê li her derê agirê Newrozê pêxin. Newroz bi mîtingan nayê pîrozkirin. Walî diyar dike ku dikarin ji bo 21'ê Adarê hev dîtin bikin. Lê ev bawerî nade me. Ji ber ku rêveberiyên me yên Navçeyan serî li wan dan lê serlêdanên ji bo 21'ê Adarê jîhatin redkirin."

Hevserokê HDP'ê yê stenbolê Mustafa Avci jî anî ziman ku wan jibo di nava hewaya aştiyê de Newroz bê pîrozkirin amadekarî kiriye û wiha axivî: "Em wekî rêxistin Newrozê pîroz bikin jî û nekin jî dê gel Newroza xwe pîroz bike. Gel dê înîsiyatifa xwe bikar bîne. Em jî dê li cem gel cih bigirin. Gerku di 19'ê Adarê de destûr hatibûya dayîn dê gele navçeyan di 21'ê Adarê de Newroz pîroz kiribûna. Ger ku destûr neyê dayîn jî gel dê li serê kuçeyan dê Newroza xwepîroz bike û 'Na' bi rêxistin bike.

Berdevkê HDK'ê Şamil Altan jî anî ziman ku li vî welatî zagonên demsalî hene û her demsal zagon tên guheritn. Altan, anî ziman ku salekê destûr didin û salekê destûr nadin.
Altan, da zanin ku ji wan dixwazin ku ji bo 21ê Adarê serî li wan bidin û tu garantiya vê yekê jî tune ye.