Rûniştina doza Baluken hat dîtin

ŞIRNEX - Rûniştina doza der barê Parlementerê HDP'ê Îdris Baluken a li Silopiya hatibû vekirin hat dîtin. Dadgehê biryara paşdexistina lêpirsînê da.

2'emîn rûniştina doza Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îdris Baluken ku ji ber axaftina di 2001'an de hatibû vekirin hat dîtin. Doz li 2’emîn Dadgeha Cezaya Silhê ya Silopiyê hat dîtin. Di rûniştina doza bi hinceta "Muxalefeta qanûna civîn û meşê kiriye" hatibû vekirin Baluken amade nebû. Parêzeran di rûniştina dozê de axivîn û bereata Baluken xwestin. Şandeya dadgehê daxwaz qebûl nekirin û biryara paşdexistina lêpirsînê da. Di biryarê de hat destnîşankirin ku heke Baluken di nav 3 salên pêş de bi heman cure lêpirsinê re rû bir û nemîne dê doz bikeve.