AMED - Dozger îdîanameya der barê 8 jê girtî 27 siyasetmedardên kurd de amade kir û radestî dadgehê kir. Dozger di îdîanameyê de der barê endamên Meclîsa DBP’ê de 22 sal û 6 meh ceza dixwaze. Dozger peyva “Kovarê” wekî “bombe”, peyva “Pirtûk” wekî “Çeka luledirêj” peyva “pîvazê” wekî “Narîncoka destan” û nan jî wekî “roketatar” pênase kir.
Serdozgere Komarê yê Amedê îdîaneya der barê 8 jê girtî 27 siyasetmedarên kurd de temam kir û pêşkêşî 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Rûniştina dozê dê di meha sibatê ya 2017’an de li Amedê bê dîtin. Dozgerê Komarê der barê endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevseroka Yekitiya Rêveberiyên Demokratik Çimen Işik, Endama Meclîsa DBP’ê Pero Dundar, Yusuf Koyuncu, Turan Genç, Olcay Kanlibaş û Abdullah Cin, Hesapgirê HDP’ê Huseyin Yilmaz Endama KJA ya hat girtin Zozan Toprak ku girtî tên darizandin jî di navde 27 siysaetmedanên kurd de îdîaname amade kir. Dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 22 sal û 6 meh ceza xwest. Dozger der barê 27 siyasetmedarên kurd de 456 rûpel îdîaname amaed kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger der barê siyasetmedarên kurd Ercan Sezgîn, Ridvan Sincar, Mazlum Tekdag, Mustafa Dogrul, Sariye Olmez, Hîkmet Aralan, Fatma Duman, Abdullah Îçli, Tuncay Korkmaz û Suzan Toprak de ji bo parastina wan bê girtin biryara girtinê da.
120 RÛPELÊN ÎDÎANAMEYÊ DÎROKA PKK Û KCK'Ê YE
Dozger 120 rûpelên îdîanameyê ji dîroka PKK’ê û KCK’ê re qetaniye. Hesapgirê Giştîyê DBP’ê Huseyin Yilmaz ji ber bersgirêka tenduritiyê di 22’ê mijdarê de serbest hat berdan û dê serbest bê darizandin. Dozger bêtir li ser9 axaftinên telefonê îdîaname amade kir û peyvên di jiyana rojane de tê bikar anîn wekî alav û amûrên rêwistinê û çekan pênase kir. Dozger der barê siyasetmedarên kurd ên di 10’ê Nîsanê de hatin binçavkirin û di 13’ê Nîsanê de hat girtin îdîaname amade kir. Dozger 120 rûpelên îdîanameyê ji dîroka PKK’ê û KCK’ê re cuda kir û beşa mayî jî ji axaftinên telefonê re cuda kir. Dozger îdîa kir ku Kongreyea Civaka Demokratîk (KCD) di perspektifa peymana KCK’ê de hatiye avakirin. Dozger îdîa kir ku HDK bi armanca rêxistinên çepgir û komên marjînal ên Rojavayên Tirkiye arasteyî PKK’ê û KCK’ê bikin hatiye avakirin.
Dozger di îdîanameyê de gotin û peyvên jiyana rojane wekî amûrên çekan bikar anîn. Dozger peyva “Kovarê” wekî “bombe”, peyva “Pirtûk” wekî “Çeka luledirêj” peyva “pîvazê” wekî “Narîncoka destan” û nan jî wekî “roketatar” pênase kir û der barê endamên Meclîsa DBP’ê de 22 sal û 6 meh ceza xwest.
Rûniştina yekemîn a dozê dê di sibata 2017’an de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.