Mudaxaleyî çalakiya grevê kirin û 10 kes binçavkirin

ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya kedkaran Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên hatin îxrackirin li Kolana Yukselê berdewam dike. Polîsan mudaxaleyî çalakiyê kir û 10 kes binçav kirin.

Çalakiya rûniştinê ya kedkarên hatin îxrackirin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça li Kolana Yukselê di roja 129'an de berdewam dike. Gulmen û Ozakça piştî 9 roj berê dest bi çalakiya greva birçibûnê kirin polîsan îro muaxale kir. Di mudaxaleya polîsan de Dayika Velî Saçilik ku bûye sîmgeya berxwedana 19'ê Kanûnê ya “Vegera Jiyanê" Kezban Saçilik rastî tundiya polîsan hat. Polîsan dayik Saçilik bi erdê re kaş kir û piştî Kezban Saçilik ji ser hişê xwe çû ew berdan.

Polîsan di êrîşê de kesên bi navê Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça, Esra Ozakça, Acun Karadag, Nazan Bozkurt, Bengisu Demirel, Ozan Demirel, Merve Demirel, Tunahan Turhal binçav kirin.