WAN - Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 15 girtiyên din jî tevlî greva birçîbûnê ya bêdem bûn.
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 15 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bûn. Di 8’ê Adarê de 10 girtiyan bi daxwaza “Bila Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibe, dawî li hilweşîna bajaran bê” dest bi greva birçîbûnê bûn di di 13’ê Adarê de 15 girtiyên din jî tevlî grevê bûn û hêjmara girtiyan gihişt 25 kesan.
LI SÊ GIRTÎGEHAN GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDEM
Li aliyê din bi heman daxwazan li Girtîgeha Şakran Alîaga ya Îzmîrê çalakiya 28 girtiyan a greva birçîbûnê ket roja 33’yemîn. Çalakiya 6 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jî ket roja 24’emîn û çalakiya 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê jî ket roja xwe ya 12’yemîn.