ÎDIR - Li Îdira ku starta xebatên referandumê hat dayîn, rêveberên DBP û HDP’ê esnaf ziyaret kirin û belavokên “Na” belav kirin.
Li Îdirê starta xebatên referandumê ku dê bi pêşengiya DBP û HDP’ê bê meşandin bi daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya li ber avahiya DBP’ê hat dayîn û rêvebirên HDP û DBP’ê tevlî bûn de Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman axivî û diyar kir ku di referandumê de dê pergala ku welat pê were rêvebirin bê hilbijartin. Adiyaman, da zanîn ku dengên di 16’ê Nîsanê de bên bikaranîn dê bandorê li ser pêşeroja nifşê ku piştî wan tê bike û wiha got: “Gelo em ê vîna xwe teslîmî zilamekê bikin, yan em ê vîna xwe bigirin û kesên ku me bi rêvebibin hilbijêrin. Dengê ku em ê di 16’ê Nîsanê bikar bînin dê qedera me diyar bike.”
Adiyaman, anî ziman ku divê ji bo azadiya gel, bawerî û jiyana wekhev û azad hemû kes bêje “Na”.
Piştî daxuyaniyê esnaf hatin ziyaretkirin û belavokên “Na” hatin belavkirin.