'Hekîm û dozgerên em darizandin li ku ne?

STENBOL - Siyasetmedarên di çaçoveya "Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê" de ten darizandin di runiştina dozê de diyar kirin ku hekûm û dozgerên ew darizandin îro girtî ne û polîsên ku delîl kom kirin û dan girtin jî dîsa ew jî girtî ne. Siyasetmedaran anîn ziman ku di dozek wisa de dê dad û hiqûq çawa cihê xwe bibîne.

Rûniştina "Doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê" ku 205 siyasetmedardên kurd tên darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Di rûniştina dozê de gelek siyasetmedarên sersebt tên darizandin û endamên Komeleya Hiquqnasên Azadîxwaz (OHP) amade bûn. Di runiştina dozê de editorê Rojnameya Ozgur Gundemê Kazim Şeker, diyar kir ku axaftinên wi yên telefonê ku bi çavkaniyan re kiriye wekî delila sûc hatiye hesibandin. Şeker, pirsa dozger û dadgerên ku wan dadirizîne li ku ne?"


Xebatkara Meclîsa Jinan a Partiya Aştî u Demokrasiyê (BDP) Gulistan Dehşet jî bi kurdî parastin kir bal kişand ser komkujiya Halepçeyê. Dehşet, komkujiya li dijî kurdan şermezar kir û wiha got: "Niha di siyasetê de feraseta mêr dikare siyasetê bike serdest e. Ji bo ez bawerim divê jin jî di nava siyasetê de cih bigirin wekî jina kurd min di nava siysatê de cih girt.

Siyasetmedarên din jî parastin kirin û diyar kirin ku karê wan siyaset e û wan siyaset kiriye. Xebatkara BDP'ê Selma Aygun tawanbariya der barê xwe de red. İdil Aydinoglu jî anî ziman ku darizandin li dijî hiqûqê ye.

Heyete piştî parastina siyasetmedaran xwest lîsteya dozger û dadgerên ku di darizandinê de cih girtine ji HSYK'ê bê xwestin û rûniştina dozê taloqî 16'ê Hezîrane kirin.