AMED - Profesorê Qanûna Bingehîn Îbrahîm Kaboglu ku di di çalakiya bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de axivî û diyar kir ku dîtina kujerên Tahir Elçî ji bo aştî û dada Tirkiyeyê gelek girînge.
Çalakiya bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber mînareya çar ling a Sûrê hat kuştin di hefteya 68'an de li ber Edliya Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de gelek parêzer bi cubbeyên xwe amade bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyê Elçî û nivîsa "Em te ji bîr nakin hatibû nivîsandin hat vekirin. Vê hefteyê bi armanca piştgiriyê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Profesorê Qanûna Bingehîn Îbrahîm Kaboglu yê ji Zanîngeha Marmarayê hat îxraçkirin tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, axivî û diyar kir ku daxuyaniyên wan ên her hefteyê pêktînin encam nadin, di dosyayê de pêşketinek tune ye, kujer nayê dîtin û dê lêgerîna wan a dadê bidome.
‘PÊWÎSTIYA ME BI QASIDÊ AŞTIYÊ HEYE’
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, da zanîn ku xwest ku dosyaya Elçî nebe “Kiryar nediyar” û wiha got: “Şerê li Tirkiyeyê didome. Di demên ku şer heye pêwîstiya me bi qasidê aştiyê yên wekî Elçî heye. Soza me ya ji bo Elçiye. Heta aştî bê ser vê axê em ê bixebitin. Elçî di tevahiya jiyana xwe de ji bo aştiyê xebat dan meşandin, ez bi bawerim ku dê kujerên wî bên dîtin û bên darizandin.”
'DÎTINA KUJERÊN ELÇÎ JI BO AŞTIYÊ GIRÎNG E’
Îbrahîm Kaboglu jî wiha axivî: “3 hefte beriya ku Elçî bê qetilkirin em bi hevre tevlî panela ‘Hebûna hiqûqê’ bûn. Piştî 3 hefteyan Elçî di hawirdorek bêhiqûq de hat qetilkirin. Hêjî nayê zanîn ku Elçî ji aliye kê ve hatiye qetilkirin. Ji ber Elçî parêzvanê mirovan bû qetilkirina wî bersiveke. Dîtina kujerên Elçî ji bo aştiya Tirkiyeyê girîng e. Ji bo aştiya Tirkiyeyê divê demek kurt de dad bê bicih anîn.”
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû