Starta Newrozê li Nisêbînê hat dayîn

MÊRDÎN - Starta Newroza îsal bi dirûşma “Em ê teqez bi ser bikevin” li Nisêbînê hat dayîn. Ligel astangiyan welatiyên li navendê meş li dar xistin dirûşma “Newroz pîroz be” berz kirin.

Starta pîrozbahiyên Newroza bi dirûşma “Em ê teqez bi ser bikevin” li naçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat dayîn. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevberdevka HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyigit, Serokwekila Giştî ya DBP’ê Gulcihan Şimşek, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Cîgirê Giştî yê HDP’ê Nadir Yildirim, parlementerên HDP’ê Pervin Buldan, Leyla Birlik, Dilek Ocalan, Aycan Îrmez, Ziya Pir, Feleknaz Uca, Îmam Taşçier, Alican Onlu, Ali Atalan, Mahmut Tugrul, Erol Dora, Îbrahim Ayhan, Kadri Yildirim, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî meşa li navendê pêk hat bûn.

Avahiya rêxistinên HDP û DBP’ê ji aliyê polîsan ve bi maşîneyên zirxî hatin dorpêçkirin. Rayedarên Miduriyeta Polîsan a Nisêbînê yên hatin ber deriyê avahiyê destûrê berhevbûna welatiyan nedan û bal kişandin ser qedexeya OHAL’ê. Parlementerên HDP’ê bi bîr xistin ku wextê daxuyaniyên AKP’iyan tu mudaxale çênabe.

‘FERASETA QEDEXEYÊ HÊJ DIDOME'

Hilbijêr piştre di avahiya DBP’ê de daxuyanî dan. Serokwekîla Giştî ya DBP’ê Gulcihan Şimşek di avahiya bi balonên kesk, sor û zerê ve hatibû xemilandin axivî û Rahşan Demirel a di sala 1992’an de bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir bibîr xist. Şimşek da zanîn ku hêj berxwedana Rahşanan berdewam dike û wiha axivî: “Nisêbîn bajarekî qedîm e. Nisêbînâ rengîn axa Apê Musa, Hozan Dilgeş, Kamuran û Aytenan e. Qedexeyên li ser pîrozbahiyên Newroza salên 1990’î dema AKP’ê de jî berdewam dike.”

SELAMET YEŞÎLMEN HAT BIBÎRANÎN

Şîmşek got ku du salên dawîn de li Nisêbînê êrîş hene û wiha pê de çû: “Em bejna xwe li hember kesên li vir bi berxwedanê jiyana xwe ji dest dan ditewînin. Di serî de Selamet Yeşilmen hemû kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin.”

Şîmşek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Newroza îsal Newrozeke cuda ye. Divê gelê me berxwedana Newrozê bide berdewamkirin. Gelek siyasetmedarên me niha di girtîgehan de ye. Teqez dê berxwedana me bi ser bikeve. Em ê rihê berxwedanê bi vê Newrozê jî derxin holê. Em îro li vir sibê li bajarên din pîroz bikin.”

Cîgirê Giştî yê HDP’ê Nadir Yildirim jî axaftinek kir û got ku ew di şertên “faşîzmê” de ketine Newroza îsal. Yildirim jî ev tişt gotin: “Di bin şertên ku tundî, şantaj û înkar hey eme li vir starta Newrozê da. Ligel van şertan heke destûrê nedin gel bê cem me jî em ê mal bi mal esnaf bi esnaf bigerin û Newrozê pîroz bikin. Wekî şîara ‘Em ê teqez bi ser bikevin’ ya îsal jî diyar e ku em zêdetir nêzîkê serkeftinê ne û şertên serkeftinê derketiye holê. Di serî de Newroza gelê Nisêbînê, Îmraliyê, hevalên me yên têdikoşin, girtiyên di girtîgehan de têdikoşin pîroz dikin.”

BANGAWAZIYA BEŞDARIYA NEWROZA AMEDÊ

Yildirim bang li gel kir da ku beşdarî Newroza Amedê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel hemû cewisandina em ê careke din aştiyê, azadiyê û demokrasiyê biqîrin.”

‘NEWROZ PİROZ BÊ’

Piştî axaftinan şande li sûkê geriya û Newroza gel pîroz kir. Di sûka Kaçakçiyan de welatiyan ligel hemû astengiyan meş li dar xistin û dirûşma “Newroz piroz bê” berz kirin.