AMED - Destşoyên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedehiyê ya Gazî Yaşargîl ji ber qirêjiyê nayê bikaranîn. Qirêjiya ku dewetiye ji nexweşiyan re derdixîne rastî bertekên gel tê.
Li Amedê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedehiyê ya Gazî Yaşargîl ku îdîa dike ew bi xizmetek baş pêşkêşî civakê dike, di aliyê paqijiyê de ji kedera xwe re hatiye hiştin. Li nexweşxaneya ku paqijî di xema kesekê de nîne, qirêjiya li destşo û lavaboyan dewetiya ji nexweşiyan re derdixîne.
Li nexweşxaneyê destşoya jinan xetimîne û ava wê li hemû cihî belav bûye, pembû û paçên pansumanê yên li ber dîwaran qirêjiyê belav dikin.
Erd di nava xwîn û qirêjiyê de ne. Dîmenên li nexweşxaneyê mirovan dixin nava fikaran û dibin sedema bertekan.