Ji 178 rewşenbîr, akademîsyen û sendîkavanan danezana 'Na’

STENBOL - Komek mirovên ku ji 178 rewşenbîr, akademîsyen û sendîkavanan pêk tê danezana “Na” a ji bo referanduma 16’ê Nîsanê weşandin. Di danezanê de wiha hat gotin: “Em dihizirin ku divê ji dîktaroriya ku mafê karker û kedkaran bingeh nagire re bêjin Na.”

Komek mirovên ku ji 178 rewşenbîr, akademîsyen û sendîkavanan pêk tê, danezana “Na” a ji bo referanduma 16’ê Nîsanê amadekirine bi civîna çapemeniyê ya li Odeya Endezyaran a Taksîmê li darxistin ragihandin.

Di salona civînê de pankarta “Banga ji bo yekîtî, têkoşîn û piştevaniyê” hat daliqandin. Danezana hevpar hatiye amadekirin ji aliyê Atîlla Ozsever ve hat xwendin. Ozsever, diyar kir ku li Tirkiyeyê destkeftiyên karkeran di bin gefan de ye û wiha got: “Di serî de mafê xwe rêxistinkirina sendika grev û hevpeymana giştî heye. ev qedexeyên grevan ne qedexeyên ji rêzê ne qedexeyên bê bandorkirina sendîyê ne, taybetmendiya temsîlyetê ji holê rakirine û mudaxeleya kirina komeleyên ji rêzê ne.”

‘OHAL MAFÊ KARKERAN BINPÊ DIKE’

Ozsever, da zanîn ku OHAL mafê karkeran binpê dike û wiha pêde çû: “Dixwazin têkoşîna lêgerîna karker a mafê xwe bi OHAL’ê asten bikin. Em bûn şahide qedexeyên sendîkayan ên li cihên girtî. Tirkiye gav bi gav ber bi krîza aborî ve diçe. Sermaye wekî her carê ji bo fatur krîzê li karkeran bibire bi hikûmetê re gav diavêje.”

‘DIVÊ BÊJIN NA’

Ozsever, anî ziman ku ji bom af û destkeftiyên karkeran ên ku di bin gefan de ne yekitiyek bê avakirin û wiha domand: “Em dibêjin ku divê di vê referandumê de ji dîktaroriya ku mafê karker û kedkaran bingeh nagire re bêjin Na. Em bang li nûnerên karker, karkerêb têkoşînê, xebatkarên civakê, bêkarên di artêşa karkerên zêde de, rewşenbîrên li pişt kedê ne û hemû kesên ku dixwazin têkoşînê bimeşînin dikin ku ger bixwazin dikarin tevlî bibin.”

Serokê Giştî yê Partiya Kakerên Şoreşger (DÎP) Sungur Savran bi lêv kir ku ev banga ku bi îmzeya 178 kesan hatiye kirin banga li dijî kapitalîzmê ye û wiha got: “Têkoşîna ku dê di referandumê de bê dayîn têkoşîna pêşerojê ye. Di referandumê de tene ‘Na’ têrê nake. Divê beriya wê û piştî wê li dijî zextan em bêjin Na.”

‘EM MECBÛRIN BÊJIN NA’

Aborînas Prof. Dr. Hayrî Kozanoglu, destnîşan kir ku ew ê ji bo mafê mirovan bêjin Na, mecbûrin bêjin Na.