Li Îzmîrê dê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin

ÎZMÎR - Li Îzmîrê dê Newroz di 21’ê Adarê de Roja Sêşemê li Qada Gundogdu bê pîrozkirin.

Li Îzmîrê ku di hat plankirin ku Newroza bi şîara “Teqez Emê biserkevin” di 18’ê Adarê de bê lidarxistin, ji ber walîtiyê destûr ne da dê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin. Ji ber nedana destûrê komîteya amadekar bi walîtiyê re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku ji bilî 21’ê Adarê dê destûr neye dayîn pîrozbahî bê lidarxistin. Li ser vê yekê komîteya amadekar ji bo 21’ê Adarê serî li walîtiyê da û diyar kir ku destûr hatiye dayîn ku Îzmîr di 21’ê Adarê roja Sêşemê li Qada Gundogduyê de Newrozê pîroz bike.