WAN - Ji 10 cenazeyên hat îdiakirin ku aîdî HPG'yiyên di operasyona leşkerî ya li Geliyê Şêx Cûman a Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane, 7 jê li goristana bêkesan hatin definkirin.
Di 22'yê Sibatê de li Geliyê Şêx Cûman a Bedlîsê operasyooneke leşkerî hatibû lidarxistin. Ji 10 cenazeyên hat îdiakirin ku aîdî HPG'yiyên di vê operasyonê de jiyana xwe ji dest dane, 7 jê li goristana bêkesan hatin definkirin. Cenaze 17 rojan li Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê hatin rawestandin. Ji 7 cenazeyên ku nehatin teşhîskirin, ji aliyê xebatkarên Gerînendetiya Goristanên Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin wergirtin. Piştî wecîbeyên olî, cenaze li gor hejmaran li goristana bêkesan a li Taxa Seyrantepeyê hatin definkirin.
2 CENAZE HATIN TEŞHÎSKIRIN
Roja berê cenazeyê Fatma Aybek û duh bi şev jî cenazeyê Hanim İnan ji aliyê malbatên wan ve hatibûn teşhîskirin û ji bo definkirinê malbatan ew biribûn Sêrtê.
Hat diyarkirin ku malbatên ji bo wergirtina cenazeyan tên, divê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê bidin û piştî serlêdanê dê di encama testên DNA'yê de karibin cenazeyên xwe wergirin.