Ji bo pîrozbahiya Newroza Wanê destûr hat dayîn

WAN - Ji bo pîrozbahiya Newroza Wanê ya dê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin, walîtiyê destûr da.

Li Wanê, ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adarê destûr hat dayîn. Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo prîozbahiya li quntarên Keleha Wanê bê kirin, serî li Walîtiya Wanê dabû. Walîtiyê serlêdana komîteya amadekar qebûl kir.