Parlementerên HDP’ê belavokên Newrozê belav kirin


AMED
- Parlementerên HDP’ê, li navçeya Yenîşehîrê serdana esnafan kir û bi girseyî belavokên Newroz a 2017’an belav kirin.

Li Amedê xebatên Newroz a 2017’an berdewam dikin û di çarçevoya xebatan de belavokên Newrozê hatin belavkirin. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, parlementerên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Nadîr Yildirim, Alîcan Onlu, Îbrahîm Ayhan, Ziya Pîr û Îmam Taşçier, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruken Akça û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Amedê, xebatên Newroza 2017’an bi rê ve dibin.

Di çarçevoya xebatan de li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê serdana esnafan hat kirin û belavokên Newrozê hatin belavkirin. Parlementeran gel vexwendin Newroza 2017’an a ku dê di 21’ê Adarê de li qada Newrozê bê pîrozkirin.

Parlementerên HDP’ê li Kolana Hûnerê ya li semta Ofîsê, ji aliye polîsan ve hatin astengkirin. Parlementeran polîsan esas negirtin û belavok dan polîsan jî û xebatên xwe domandin.