Qeyûm tayînî Şaredariya Gundikê Melê hat kirin

ŞIRNEX - Alîgirê Waliyê Şirnexê Turan Bedirhanoglu wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajaroka Gundikê Melê hat kirin.

Alîgirê Waliyê Şirnexê Turan Bedirhanoglu wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajaroka Gundikê Melê hat kirin. Her wiha Hevşaredarê Bajaroka Gundikê Melê Abdullah Tunç 2 roj berê hatibû binçavkirin û duh jî hatibû girtin.

Tevî şaredariya Gundikê Melê, heta niha li Şirnexê qeyûm tayînî 12 şaredariyên DBP'î hatine kirin.