Bi ser Şaredariya Artukluyê de girtin, Hevşaredarên Qoserê binçavkirin

MÊRDÎN –Operasyona li dijî şaredariyên DBP'ê berdewam dike. Di operasyonên li dijî şaredariyan de polîsan Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmail Asî binçav kirin û bi ser Şaredariya Artukluyê de girtin.


HEVŞAREDARÊN QOSERÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Hevşaredarê navçeya Qoser a Mêrdînê Îsmaîl Asî û Leyla Salman ji aliyê polîsên ku bi ser şaredariyê de girtin hat binçavkirin. Polîsan duh jî bi ser şaredariyê de girtibûn, lêgerîn pêk anîbûn. Di heman demê de Midûrê Karên Fenê Halît Karaboga, Midûrê Karên Civakî Salîh Kuday û Midûrê Karên Paqijiyê Abdurrahman Arslan hatibûn binçavkirin. Polîsan Hevşaredar Leyla Salman, Îsmaîl Asî, Halit Karaboga, Salih Kuday û Abdurrahman Arslan binçav kirin û birin Midûriyeta polîsan.

POLÎSAN BI SER ARTUKLUYÊ DE GIRTIN

Polîsên ku bi ser Şaredariya Artukluyê de girtin li hundir lêgerînê dikin. Hevşaredar Emîn Irmak ji 17'ê mejdarê heta niha di bin çavan de ye. Polîsan bi ser Şaredariya Artukluyê ya Mêrdînê de girtin. Polîsên ku bi ser şaredariyê de girtin li hundir lêgerînê pêk tînin û hatin û çûyînên şaredariyê tên kontrolkirin. Hevşaredarê Artukluyê Emîn Irmak di 17'ê mijdarê de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hatibû binçavkirin.