ŞIRNEX- Li Hezexê, ji bo referandûmê ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu mîtîngek hat lidarxistin. Ji bilî cerdevanên li bajêr û gundên hawirdorê yên ji bo mîtîngê bi wesayîtan hatin veguhastin tu kes beşdarî mîtîngê nebû.
Li Hezexa Şirnexê, di çarçoveya xebatên referandûmê, AK Partî bi beşdarbûyîna Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu mîtîngek li dar xist. Ji bilî cerdevanên li bajêr û gundên hawirdorê yên ji bo mîtîngê bi wesayîtan hatin veguhastin tu kes beşdarî mîtîngê nebû.
Her wiha hat ragihandin ku, li têketina navçeyê dîwarê li ser "Silav ji bo Mehmet Tunç" nivîsandî jî ji aliyê polîsan ve hat rûxandin.