EDENE - Li Ceyhanê, ji kesên beriya Newrozê hatin binçavkirin 5 jê serbest hatin berdan.
Li Ceyhana Edeneyê di operasyonên beriya Newrozê de, ji kesên hatin binçavkirin 5 jê piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan serbest hatin berdan. Kesên serbest hatin berdan ev in: Halil Beytekin, Nebi Beytekin, Salih Demir, Mesude Demir û Halime Çiftçi.
Her wiha li Muduriyeta Polîsan a Edeneyê Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyoya Dunya ya bi KHK'ê hat girtin Medine Gumuş û Hevseroka HDP'a Seyhanê Suzan Kiliç jî di nav de, 18 jê zarok 74 kes hîn jî tên ragirtin.