NAVENDA NÛÇEYAN - Daxuyaniyên serokomar Tayîp Erdogan ên derbarê esnafên ku deriyê dikanên xwe digirin de da li Dîlokê ket meriyetê. Li Dîlokê hinek esnafên ku tê îdîakirin "deriyên dikanên xwe girtine" hatin binçavkirin. Di operasyonên li gelek bajaran de gelek kesên rojnameger jî di nava wan de hene hatin binçavkirin.
Li taxa Vetan a navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtina ku bi sedan polîs beşdar bûn de, li nava kolanan wesayîtên zirxî hatin bicihkirin. Di operasyona ku Drone hat bikaranîn de polîsan bi ser gelek mal û cihên kar de girtin.
Piştî Serokoma Tayîp Erdogan daxuyaniya "kesên ku deriyê dikanên xwe digre dê hesabê wê bide" da, bi îdîaya "deriyên dikanên xwe girtine" esnafên taxê Îsa Şahîn, Mehmet Demîr, Muslum Îzcî, Îbrahîm Ozgur û Mehmet Amaç hatin binçavkirin.
ROJNAMEGER Û BELAVKAR HATIN BINÇAVKIRIN
Polîsan bi ser mala xwendekarên zanîngeha Enqereyê û belavkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî têde dimînin de girt. Xwedekarên bi navê Yîgît Aslan, Taner Naykî, Ruken Turemîş, Îbrahîm Îşçîmen, Erhan Demîr û Huseyîn Yekta Erpolat hatin binçavkirin. Belavkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Bariş Boyraz û Şahîn Bardakçi di dema serdegirtina malan wan de hatin binçavkirin.
Li Aydinê jî di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin û gelek kesên ku di nava wan de rojnameger Kenan Koç jî hene binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tendirûstiyê birin Midûryeta Polîsan a Bajar TEM'ê.
KEYAYÊ GUND DI BIN ÇAVAN DE YE
Keyayê gundê Kehê yê Colemêrgê Kemal Adiyaman di saetên serê sibê de, di serdegitina polîsan a malê de hat binçavkirin. Adiyaman ê ku ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û hinceta binçavkirina wî ne hat zanîn birin Qereqola Cendirmeyan a Bajar.
LI WANÊ GIRTIN
Li Wanê jî beriya niha li dijî xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin operasyon hatibû destpêkirin, di encama operasyonê de 37 kesên di nava wan de Sekretetê Giştî yê şaredariyê Sedat Tor jî heyî hatibûn binçavkirin. Ji van 37 kesan welatiyê bi navê Erkan Keser hat girtin. 35 kesên ku karên wan ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn hatibûn berdan, Tore û Şefê Sekreteriyê Erkan Keser duh di saetên şevê de derxistin dadgehê. Îfadeyên wan ên li dozgeriyê heta direngiya şevê berdewam kirin û piştre bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê Tore bi şertê kontrola edlî hat berdan û Keser jî bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin.
Li aliyê din di 17'ê Mijdatê de Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya û Serokê Daîreya Tendirûstiyê ya şaredariyê Yilmaz Berkî hatibûn binçavkirin û hêjî li Midûryeta Polîsan a Bajar tên rawestandin.