EDENE - Di hilbijartina herêmî ya 2004'an de nûçegîhanê DÎHA'yê Volkan Eryigit ê tevî nûçegîhanê Evrenselê Hasan İşler dema nûçe dişopand, di qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû. Bavê Eryigit, Aydin Eryigit kurê xwe bi bîr anî û wiha got: "Kurê min rojnamegerê hemû bidestan bû."
Nûçegîhanê DÎHA'ya bi KHK'ê hat girtin Volkan Eryigit ê di hilbijartinên herêmî yên 2004'an de dema tevî nûçegîhanê Ebrenselê Hasan İşler konvoya hilbijartinê ya "Yekîtiya Hêzên Demokratîk" dişopand, qezayek derbas kir û di vê qezayê 19'ê Adara 2004'an de jiyana xwe ji dest dabû.
Bavê Eryigit, Aydin Eryigit anî ziman ku ew hîn wek roja ewil pê diêşin û behsa kurê xwe kir.
‘BÛ NÛÇEGÎHANÊ HEMÛ GELAN'
Eryigit, diyar kir ku her kesî ji kurê wî hez dikir û got, ew kurê xwe wek hevalan bûn û her tim bi hev re dixebitîn. Eryigit, bi bîr xist ku kurê wî dev ji bazirganiyê berda bû daxilî xebatên ciwanan bûbû, paşê çapemeniya azad nas kiribû û wiha axivî: "Her kesî jê hez dikir. Eryigit rojnamegerê hemû bindestan bû. Bû nûçegîhanê hemû gelan. Ji xwe bêtir li gelê xwe difikirî. Bi her awayî di oxira azadî û demokrasiyê de bû. Armanc û derdê wî; azadî û demokrasî bû."
'ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ BÊDENGKIRIN'
Eryigit, anî ziman ku ew ê şopdarê têkoşîna kurê xwe bin û got, saziyên çapemeniya azad bi KHK'yan nayên bêdengkirin. Eryigit wiha domand: "A rast êrîşê li ser çapemeniyê, di asasê xwe de li ser hemû gelan tê kirin. Çimkî, heke çapemenî ne azad be, dê gel jî ne azad be. Heke çapemeniya azad nebe, dê jiyan jî nebe. Em tenê dikarin nûçeyên rast ji çapemeniya azad wergirin. Divê em destûrê nedin ku çapemeniya azad bê dengkirin. Divê ji bo kesên di vê oxirê de canê xwe dane, xwedî lê bê derketin."