Melek ji wêneyê li diwar bavê xwe nas dike

WAN - Di sala 2008'an de Newroza Wanê hatibû qedexekirin û di vê qedexeyê de ji ber gulebaran polîsan Zeki Erinç hatibû kuştin. Ji wê rojê heta niha êşa malbata Erinç wek roja ewil e. Melek, dema bavê wê hat kuştin hê ew ji dayik nebûbû û niha tenê ji wêneyên li ser dîwarên mala wan daliqandî bavê xwe dinase.

Li Wanê, Newroza ku dê 22'yê Adara 2008'an de bihatana pîrozkirin, hatibû qedexekirin. Di vê qedexeyê de polîsan gule reşandibû û di vê gulebaranê de Ramazan Dag û Zeki Erinç (35) hatibûn kuştin. Dema Erinç hat kuştin, keça wî Melek di nava dayika xwe de hîn 3 mehî bû. Niha Melekê 9 salî ye û tenê ji wêneyên li dîwarê mala wan daliqandî û ji zêmarên ku bapîra wê Garip Erinç dilewbîne bavê xwe nas dike.

‘ZEKİ ZAF JI NEWROZÊ HEZ DIKIR'

Garip Erinç, anî ziman ku li gel evqas sal di ser bûyerê re derbas bûne, hîn jî lêgerîna wan a ji bo edaletê biencam nebûye û wiha got: "Daxwaza min tenê, ji bo kurê min edalet bû û min dixwest li pêşberî edaletê kesê ew kuştin bidîtana." Erinç, diyar kir ku kurê wê zaf ji Newrozan hez dikir û wiha axivî: "Ji bo me Newroz cejn e. Wê salê dema me bihîst Newroz hatiye qedexekirin, li ser vê kurê min çû dikana xwe ya tamîrkirina pêlavan. Di dilê min de her tim nerihetiyek hebû, lê min nizanibû çî ye. Dem derbas bû, lê Zeki nehat malê."

Erinç, ragihand ku dema kurê wê bi birîndarî rakirina nexweşxaneyê gotiye, "Bila dayika min nizanibe ku ez birîndar bûme" û wiha axivî: "Wî dizanibû dê mirina wî bandoreke çawa li min bike. Ez gihaştim nexweşxaneyê, lê dema hay ji rewşê çêbûm ez ji xwe çûm, lê cara dawî min ew bêhn nekir. Lê piştî mir min dest xwe da pora wî, ser çavê wî. Tenê kurê malê Zeki bû, piştî ew mir 6 zarok belaheq û belasebeb her tim nîvçe man." Erinç, dest nîşan kir ku dema bavê wî hat kutin, kurê wî 14 salî bû, lê niha xortekî 23 salî ye û wiha domand: "Ji bo li zarokên xwe binihêrim min her li ber xwe da. Em du jin tenê mabûn, ji bo em li emnetên kurê xwe binerin em xebitîn. Jiyan qet nehêsan e, li gel êşa xwe em mecbûr bûn debara xwe bikin."

‘NEVIYÊN MIN JI POLÎSAN NEFRET DIKIN Û BI VÎ AWAYÎ MEZIN BÛN'

Erinç, diyar kir ku hemû neviyên wê ji polîsan nefret dikin, wisa mezin bûne ûw iha domand: "Ew xortê xama li ber çavê me winda bû. Ne tenê kurê min, îsal jî çend ciwan mirin. Wek keseke vê êşê dikêşim careke din dibêjim, êdî bes e, bila kes nemire. 9 sal e dadgeha kurê min didome, lê sûcdar kî ye, kî berdayê? Em nizanin, em hîn nebûn. Dema neviyên min di cejnan de bavekî digere dibînin, nefretek li wan peyde dibe. Ji polîsan nefret dikin, wisa mezin bûn. Çimkî di zarokatiya xwe de sêwî man. Herî dawî encama dadgehê hat. Beramberiya kurê min 22 milyar dane. Kîjan wijdan vê qebûl dike. Neviya min a ku bavê xwe qet nasnekiriye jî dibêje ew ê tu carî van kesan efû neke."

‘DIVÊ EV XWEŞIKÎ, EV KÊFXWEŞÎ BÊ PÎROZKIRIN'

Erinç, dest nîşan kir ku wek Newroza sala 2008'an îsal jî bi qedexeyan derbas bû û wiha got: "Heke Newrozê bi awayekî azad bihatan pîrozkirin, dê evqas mirin çênebûnan. Lê dîsa jî divê ev cejn, ev xweşikî, ev kêfxweşî bê pîrozkirin."

Nimet Olmez - dîhaber