Piştî mala wan hat mohrkirin...

SÊRT - Li gundê Eynê, piştî deriyê malbata Yildirim ji aliyê cendirmeyan hat mohrkirin, malbat di şaneşînê re dikeva malê û dertên.

Li gundê Eynê yê Dihêya Sêrtê, malbata Yildirim, salek berê li gund ji xwe re malek çêkirin. Lê belê, li ser giliyên gundiyan mala malbata Yildirim bi fermana Qeymeqamtiyê ji aliyê cendirmeyan ve hat mohrkirin. Li gor îdiaya gundiyan, malbata Yildirim li ser erseyeke ku qadeke hevpar a gund e mal çêkiriye. Lê li gor îdiaya malbata Yildirim jî, erseya ku mal li ser çêkirine ji xalên wan ji wan re maye. Lê belê, malbat diyar dike ku ji ber tapuya erseyê tune ye, nikarin wê îspat bikin.

3 MEH E DI ŞANEŞÎNÊ RE DIKEVIN HUNDURÊ MALÊ

Piştî gundiyan giliya vê malê kir, cendirmeyan malbatê ji mal derxist û paşê jî deriyê malê mohrkirin. Piştî vê malbat heta demekê li mala xizmên xwe yên gund mane. Ji ber gelheya malbatê zêde ye (15 kes), rastî zor û zehmetiyan tên û li ser vê mecbûr man vegerin mala xwe. Ji ber deriyê malê mohrkiriye, ev 3 meh e malbat di şaneşîna malê re dikeve hundur û dertê. Her wiha du zarokên malbatê jî berastengên fizîkî ne û dixwazin ji vê mexdûriyeta wan re çareyek bê dîtin.

Dîren Yurtsever - dîhaber